QSD: Di nava du rojan de 262 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên du rojan eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa dagirker a Tirk di roja 9ê Cotmehê de di seet 16:00 de dest bi êrîşa li ser Rojava û Bakûrê Sûriyê kir. Ev êrîş li ser bajarên Serêkanî, Girê Spî, Kobanî, Eyn Îsa, Qamişlo, Dêrîk, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Amûdê pêkhat. Bi rêzê ve li ser bajarên Serêkanî, Girê Spî, Kobanê û Eyn Îsa dema bi balefirên şer bombebaran dikir, li bajarên Qamişlo, Dêrîk, Tirbispiyê, Dirbêsiyê û Amûdê ji bi bataryayên moşek, top û tankan bê navber bi sedan êrîş hatin pêk anîn. Êrîşên ku li seranser xeta sînor hatîn encamdayîn bi tevlîbûna 10 balefirên keşfê destpêkir. Bi taybet ji balefirên keşfê li ser bajarê Serêkanî, Girê Spî û Kobanê herwiha xeta sînor geriyan.

Artêşa dagirker ji bejahiyê ji bo ku sînor derbas bike û Rojava dagir bike bajarê Serêkanî, Girê Spî, Çelebîyê, Kobanê û Dirbêsiyê ji xwe re kir armanc. Êrîşên dagirkeriyê di gelek baskan de pêk hat. Taybet di navbera Kobanê û Girê Spî de xeta Kulît, Aşmê û Til Sindir bi sedan caran bi tang, top û obûsan lêdan.

Êrîşên li Aşmê yên ji bejahiyê ve hatin pêkanîn di 9 cotmeh danê êvarî de hat şikandin û  Til Sindir û xeta Kulitê ji bejahî û asmanî êrîşên destpêkê bi balefirên şer û piştre ji ji bejahiyê ve dest bi êrîşek dijwar kirin. Armanca vê êrîşê dorpêç kirina Girê Spî bu. Êrîşa li xeta Slûk, Aşmê û dorpêçkirina Girê Spî di 9 û 10’ ê Cotmehê de hatin şikandin. Di van êrîşan de şervanên me hemû hewildanên dijmin bi berxwedanek xurt bersiv dan. Di encam de di şerê ku li vê dere qewimî de 40 çeteyên dagirker hatin kuştin û tankek hat roxandin. Li baskê Til Findirê gurubekî li beramber êrîşan bersiv da û wesayîtek ya dewleta dagirker a Tirk hat roxandin.

Di giştî êrîşên bejahî, asmanî û di pevçûnên ku qewimîn de bi tevahî 6 hevalên me şehîd ketin.

Di roja 10’ê mehê li hember êrîşên dagirkeriyê li ser bajarê Girê Spî û xeta Silûkê de berxwedana şervanan berdewame. Di gelek çeperan de şer pir ji nêz qewimî di van şeran de li cih û demên cuda li xeta Slûk, Girê Spî û Kobanê 52 çeteyên dewleta dagirker a Tirk hatin kuştin.

Li bajarê Serêkanî bi dijwarî êrîşên top, hewan û obûsan berdewame. Bi taybet ji Til Xelef heya Dêrîk di navbera 9-10’ ê Cotmehê de topbaran bê navber berdewam kir.  Gelek caran artêşa dagirker û çeteyên wê xeta Serêkanî, Tilxelef, Elok û Dirbêsiyê de xwest sînor derbaz bikin, bi bersivdayîna şervanên me hat şikandin.

Li Serêkanî hûcreyek yên çeteyan ku xwe di gundê Um El Xer de bicih kirî, êrîş li ser hat kirin û di encama êrîşê de hatine tunekirin. Li gelek cihên şer cenazeyên çeteyan li cihên şer mayîne.

Êrîşên dagirkeriyê li Amûdê, Qamişlo û Dêrikê ji bi awayek dijwar pêk hat. Li bajarê Dêrikê tankek artêşa dagirker a Tirk xwest sînor derbas bike û bi bersivdanê ew tang hat rûxandin.

DI NAVA DU ROJAN DE 16 ŞERVANÊN QSD’Ê ŞEHÎD BÛN

Li cihên cûda cûda di şerê 9-10’ê Cotmehê de li bajarê Serêkanî 170 çeteyên dagirker hatine kuştin. Dİ encama şerê herdû rojan de 16 hevalên me bi lehengî şehîd ketin.

BI GIŞTÎ 262 ÇETEYÊN DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Bi gişti:

Encamên şerê du rojan de 262 çeteyên dagirker hatin kuştin.

JI BER BOMBERDÛMANA BALAFIRÊN ŞER GELEK SIVÎL ŞEHÎD BÛN

Di êrîşên artêşa dewleta dagirker a Tirk ya li ser bajarên Rojavayê Kurdistanê bi bombe barana balefirên şer de gelek sivil şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.”

Show More
Back to top button