Jinên Suryan: Artêşa tirk cihên dîrokî dike hedef

Artêşa tirk di roja 9’ê Cotmehê de dest bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di êrîşên bê ser û ber de him sivîl, him jî perestgehên pîroz têne hedefkirin. Jinên Suryan diyar kirin ku artêşa tirk cihên dîrokî dike hedef û wiha gotin:”Ev bi salan e em hemî pêkhate Kurd, Ereb, Suryan û hwd. bi dildarî bi hev re dijîn. Dewleta tirk vê yekê dibîne ji ber vê êrîşî hevgirtina gelan dike.”
Duh artêşa tirk bi çekên giran Gundê Til Cîhan û dêra wê (Meryam Eledra) ya 10’km Bakurê Rojavayê Navçeya Tirbespiyê  ya girêdayî Kantona Qamişloyê topbaran kir. Suryanên navçeya Tirbespiyê nerazîbûnên xwe derbarê êrîşên dewleta tirk de anîn ziman.
‘Dewleta tirk ji bo vîna gel bişkîne, êrîşî cihê dîrokî dike’
Jina bi navê Sûad Melko êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Ev êrîşên ku pêk tên ne êrîşên nû ne, di dîroka dewleta tirk de her komkujî û qirkirina gelan hebû, yek ji van mînakan jî Efrîn e. Ji bo ku Efrîneke din li van herêman dubare nebe em bang li hevgirtina gelan dikin.  Ez êrîşa li ser Dêra Merya Eledra şermezar dikim. Dewleta tirk ji bo vîna gel bişkîne, di destpêkê de êrîşî cihê dîrokî dike. Em ê parastina ax û cihên xwe yên dîrokî bikin û dev ji warê xwe bernadin.”
‘Em hemû pêkhate bi hev re bi dildarî dijîn’
Her wiha jina bi navê Semîra Denho jî êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir û wiha got: “Ev bi salan e em hemî pêkhate Kurd, Ereb, Suryan û hwd. bi dildarî bi hev re dijî, dewleta tirk vê yekê dibîne ji ber vê êrîşî hevgirtina gelan dike. Dewleta tirk êrîşî cihê me yê dîrokî dike. Ji ber ku di despêkê de cihên dîrokî armanc digire. Çi dibe bila bibe em dev ji cihê xwe yê pîroz bernadin, em ê her girêdayî axa xwe bimînin.”
Show More
Back to top button