‘Jin Hertim Hedefa Êrîşa Ne’

ji 9’ê Cotmeha derbasibûyî ve Dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşê xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bi taybet li ser bajarê Girêsipî û Serêkaniyê.

Girêdayî mijarê Endama Meclisa Jin ya PYD’ê Rozelîn Bekir ji Radiyo ya me re axivî û got: Şoreşa Rojevayê Kurdistanê niha di merheleyeke pir hesas re derbas dibe, dewleta Tirk tekemîn di êrîşê xwe de jin kir armanca xwe mînaka vê yekê Sekretera giştî ya partiya pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û yadê Aqîde bû.

Rozelîn wiha pê de çû: Dewleta Tirk Civak bi giştî kir hedefa xwe, em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev ne care yekeme ku êrîş li ser me tên kirin beriya dewleta Tirk DAIŞ’ê êrîşî me kir û di wê demê de jî dest pêkê jin hat hedef girtin.

Rozelîn Bekir wiha gotinên xwe bi dawî kir: di Şoreşa Rojava de jinê xwe bi rêxistin kir, sazî û dezgehên xwe ava kirin, hêza jin hat ava kirin, ji ber vê yekê tirsa dijmin ji hêza jin heye û yek ser wê dike armanc û hedefa xwe, lê belê em ji hedefkirtina wî natirsin û ji buyî tolhildana jinên ku hatine qetilkirin emê têkuşîn û berxwedana xwe bilind bikin.

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button