Meclisa Jinan a Sûriyê komkujiya Til Rifatê şermezar kir

Meclisa Jinan a Sûriyê têkildarî komkujiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifatê pêk anîbû ku di encamê de 10 sivîl şehîd bûn û 10 birîndar bûn daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate got: “Bi rengekî hovane ku li dijî hemû qanûn û pîvanên navdewletî ne, artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê îro sûceke hovane li dijî koçberên ji bajarê Efrîna dagirker li Til Rifatê pêk anî, kombûnek bi awayekî wehşî topbaran kir, di encamê de 10 sivîl şehîd bûn, di nav de 8 zarok bûn. Her wiha bi dehan jî birîndar bûn. Ajansên nûçeyan wêneyên zarokên bi dest û piyê jêkirî belav kirin.

Em Meclisa Jinan a Sûriyê vê komkujiyê ya der heqê koçberên ji herêmên Tirkiyê dagirkirine şermezar dikin û civaka navdewletî û NY‘yê berpirsyarên rawestandina kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê ku jiyana sûriyan dixe xeteriyê  dibînin.”

Show More
Back to top button