Kongreya Star: Komkujiya li Til Rifetê qirkirineke komî ye

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh komkujiyek derheqê şêniyên Efrînê yên li Şehbayê pêk anîn, piştî hedefgirtina navçeya Til Rifet bi topan, ku encama wê de 10 sivîl şehîd bûn ku piraniya wan zarok bûn û 12 kes birîndar bûn.

Der barê mijarê Kongreya Star daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û bang li jinên cîhanê kir ku piştevaniya tekoşîn li dijî hişmendiya dagirker bikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji aliyê dagirkeriya Tirk ve û pêkanîna komkujiyan û çalakiyên guhertina demografîk derhqê gelên herêmê de, artêşa Tirk a dagirker di roja duşemê di dîroka 2/12/2019 herêma Til Rifet kir hedefa xwe û komkujiyeke nû pêk anî, di encama wê de 10 kes şehîd bûn û dehan kes birîndar bûn. Ev komkujî û binpêkirin ne li gorî zagona navneteweyî û mirovî ye û sûca şer e, di van êrişan de çalakiyên paqijkirina etnîkî derheqê sivîlan li Serêkaniyê û Girê Spî û Efrînê pêk anî, hedefgirtina sivîlan, zarokan û jinên siyasetmedar û bombebarankirina an bi balafiran mînaka wê ye. Domandina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkateyên wê ku ji 9`ê Cotmehê ve destpê kiriye  ji cîhanê re dide xuyakirin ku ku dewleta Tirk û komên çete yê girêdayî wê şerekî qirkirine pêk tînin.

Em di Koordînasyona Kongreya Star de dagirkeriya Tirk, qirkirina komî û paqijkirina etnîkî û êrişên giran li ser jinan û zarokan tabyet şermezar dikin, ji ber vê yekê em ji NY`ê û rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikin ku bi rola xwe ya exlaqî û mirovî di têkbirina dagirkeriya li ser xaka me û rawestandina komkujiyan derheqê gelê me de bilîze, her wiha em bang li hêzên demokratîk û jinên şoreşger ên cîhanê dikin ku ji bo piştevaniya tekoşînê li dijî hişmendiya dagirkeriyê û parastina destkeftiyên jiyana demokrasî û azad a gelên herêmê, bi rola xwe rabin.

Show More
Back to top button