Bi boneya 25’ê Mijdarê Dibistanên Tirbespiyê Daxuyanî dan

Di rêzaçalakiyên 25’ê Mijadarê Roja cîhanî ya li dijî Tundiya li ser jinan du dibistanên navçeya Tirbespiyê (Dibistan Fêsel, Dibistana Xewla) daxuyanî dan, daxuyanî ji aliyê şagirta bi navê Dilvîn Silêman ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: Bi boneya bîranîna cîhanî ya piştgiriya dijberya tundya jinê di bin diruşmeya ‘Dagirkerî Tundî ye Bi Berxwedana Hevrîn Emê Dagirkeriyê û Faşîstê Tune bikin’.

Komeleya netewên yekbûyî roja 25’Mijdarê sala 1999’an roja bîranîna (Kuştina Xwişkên Mîrabal) weke rojeke cîhanî a ji bo piştgirya dijberya tundiya jinê ragihand. Xwişkên Mîrabal bi sedema berxwedaniya wan dijî desthelatdarê domînakan ê dektator Tirîxîlo 1960 yên ku hatin kuştin.

Yên ku bûne sembolek ji tevahî jinên cîhanê re. Em bejna xwe ditewînin ji bo bîranîna wan û tevahî jinên berxwedêr û pekrewanên azadiyê mîna pakrawan Hevseroka giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef ya ku hat kuştin li ser destên çekdarên terorîst leşkerên Tirkiyê dema ku karê xwe yê fermî dikir. Hem jî pekrewana Amara Rênas ya ku ji bo parastina xaka xwe li hemberî çekdarên terorîst rastî kuştineke hovane hat, Dayika me Eqîda Endama Meclisa Dadeya jinê di êrîşa ku li ser karwanê sivîl ya ku çûbû SerêKaniyê hate hedefgirtin.

Di rewşên dagirkeriya Tirk li ser Serêkaniyê û Girê Sipî dibistanên me hemberî rûxandin û xerabkirinê hatin, her wiha xwendekarên me ji mafê xwe fêrbûnê man.

Ji ber vê yekê em bang li tevahî jinên cîhanê dikin da ku dengê xwe bilind bikin û daxwaza dadkirina Erdoganê faşîst bikin li ser sûcên şer û dagirkerî û ramyariya leşkerî û tevahî dirûviyên tûndiya li dijî jinê û parastina xaka xwe bikin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Daxuyanî bi silavkirina berxwedana jinan ya li dijî desthilatdariyê bi dawî bû.

Show More
Back to top button