Kevana Zêrîn: Werin em bi hev re yekîtiya xwe biparêzin

Tevgera Çand û Hunera Jinên Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyek nivîskî, bang li yekîtiya kurdan kirin û dan zanîn ku çavkaniya hêza Gelê Kurd yekîtiya Gelê Kurd û wiha bang kir:”Werin em bi hev re yekîtiya xwe biparêzin.”
Daxuyanî wiha ye: “Em wek Tevgera Çand û Hunera Jinên Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bangawaziya ji bo yekîtiya netewî ku tê kirin, gelek bi nirx û erkekî dîrokî dibînin. Di sedsala 21’an de tişta herî bingehîn ji bo mafê Gelê Kurd, xurtkirina parastin û hebûna Gelê Kurd e. Kuştina zarok, jin û însanên me re êdî na! Dagirkirin, talankirin û xirakirina û welatê me re êdî na! Ji qirkirina çandî re êdî na! Em qêrîna dayikên zakokên ku duh li Helepçê, Roboskî û îro jî li Til Rifatê hatin kuştin tu carî ji bîr nekin. Li hemberî hemû cureyê qirkirinê, hêza xwe parastinê, bi yêkîtiya Kurd re wê mayinde bibe. Em ê bi avakirina yekîtiya netewî ve, pêşeroja zarokên xwe, gelê xwe bixin bin ewlehiyê.
Ruhê demê, ji bo gelê Kurd, yekîtiyê ji me re ferz dike; yekîtî jî azadiyê diyar dike. Wek her netewekî, em jî êdî mafê çarenûsa gelê xwe diyarkirinê dixwazin. Ji her demê bêtir em îro nêzê vê rastiyê ne. Meşa ku ji Lozanê heta Cenevre tê li darxistin, di vê wateyê de gelek dîrokî ye. Hêzên ku di peymana Lozanê de, Kurdistan çar perçe kirin, îro jî carek din dixwazin Lozanê zindî bikin. Wê carek din Kurda, bê welat bihêlin. Kurd xwedî felsefeyeke, zanisteke, xwedî hêzêke parastinê û xwedî çandeke berxwedanê ye. Îro gelên cihanê jî, li gel yekîtiya kurdan in. Em wek Gelê Kurd, bi yekîtiya xwe, sedsala 21’an bi statukirina Kurdistanê ve dikarin tacedar bikin. Bangewazî  û armanca vê meşê,  ji bo me Kurdan ji ber vê pir girîng e. Em jî di navenda cenga berxwedanê de, wek hunermend û xebatkarên jin ên tevgera çand û huner a jinên Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi vê daxuyaniya xwe, bang li raya giştî û taybet hemû aliyên hizbî, rêxistinî û hêzên siyasî yên kurd dikin, da ku li hember van polîtîkayên hêzên dagirker, yêkîtiya xwe ya netewî ava bikin, werin em bi hev re pêşeroja gelê xwe ronî bikin. Bi stranên azadiyê bixemilînin.
Wek hunermendên jin banga me ew e; werin em bi hev re bi dengêkî bilind bibêjin: Çavkaniya hêza me yekîtiya me ye! Werin em bi hev re yekîtiya xwe biparêzin.”
Show More
Back to top button