Şêniyên Tirbespiyê şehîd Sebrî Tirbespiyê spartin axê

Bi hezaran şêniyên Nevçeya Tirbespiyê û gundewarê wê bi merasîmekê cenazeyên şehîd Sebrî Tirbespiyê li Goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin.

Girseya gel cenazeyê şevanên QSD‘ê Cemîl Kêlo (Sebrî Tirbespiyê) ê ku di emcama qirîza dil de şehîd bû bi siloganên şehîd namre li pêşiya goristanê pêşwazî kirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, Piştre bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) EbdlKerîm Saroxan axivî: sersaxî ji malbat şehîd re xwest û hemû şehîdên kurdistanê bibîr anî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra xwestin careka din di 9’Cotmehê de kompilo li ser vî gelî dûbare bike, îrade û Tekoşîna vî gelî bişkînin lê pilanê wan vale hatin derxistin û rastî berxwedana Rûmetê hatin, ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê degirker qabûl nekrin û berxwedaneke bê hempa dane meşandin.

Ebdlkerîm diyar kir ku êdî gelê vî walatî nema baweriya xwe bi dewletê derve tînin, tenê pişta xwe bi hêza xwe xurt dikin.

Paşê bi navê malbata şehîd Ednan Kêlo axivî û got: xewna şehîd sebrî bû ku wek hevalên xwe di nave tilîliyan de were oxirkirin, îro xewna wî bi cih hat û li vî cihî pîroz de em wî oxir dikin. Ednan di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Paşê wesîqa şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de hate veşartin.

Show More
Back to top button