Şêniyên navçeya Tirbespiyê alîkarî ji koçberan re şandin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê di pêşengtiya Meclisa navçeya Tirbespiyê  alîkarî ji bo koçberên SerêKaniyê û Girê Spî kom kirin, di nava alîkariyê de pêwistiyên zivistanê, cil û berg û xwarin hebûn.

Girêdayî mijarê Meclisa navçeyê îro li kargeha Înana daxuyanî da, daxuyanî ji aliyê Hevserokê meclisa navçeya Tirbespiyê Ebd EL Rehîm Hiso ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şêniyên Tirbespiyê bi hemû pêkhatiyên xwe alîkarî ji bo koçberên Serêkaniyê û Girê Spî kom kirine, her wiha hat teqez kirin ku ewê haya dawiyê alîkariya koçberên ku ji ber dagirkeriya Tirk koçber bûne bikin.

Daxuyanî  bi silavkirina berxwedana rûmetê bi dawî bû.

Show More
Back to top button