Kongreya Star: Em ê bersiveke xurt bidin kujeran!

Kongreya Star bi daxuyaniyeek nivîskî şoreşger Sakîne Cansiz Fîdan, Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirkin, bi bîr anî. Di daxuyaniyê de Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir jî hatin bibîranîn ku li Silopiyayê hatibûn qetilkirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 9’ê Çileya sala 2013`an de 3 jinên şoreşger ên Kurd hevala Sara (Sakîne Cansiz), hevala Rojbîn (Fîdan Dogan) û hevala Ronahî (Leyla Şaylemez) ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve li bajarê Parîsê hatin qetilkirin. Ev şahedeta heval Sara û hevalên wê wek berdewama komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, ji aliye hêzên navdewletî ve pêk hat. Wek jineke mîlîtan û şoreşger ji aliyê hemû jinên cîhanê ve dihate naskirin û tesîreke mezin li hêzên demokratîk dikirin; ji ber vê jî ji aliyê hêzên komloger ve hedef hate girtin. Armanca vê êrişê têkbirina destkeftiyên berxwedana îdeolojî û şoraşa jinan bû. Êrişkaran xwest bi tunekirina îradeya jinan şoreşa azadiyê bê bandor bikin. Wek berdewama komploya 9’ê Çileyê ya beramberî hevala Sakîne Cansiz û du hevalên wê di roja 5’ê Çileya 2016 de 3 jinên şoreşger û siyasetmendar a Bakurê Kurdistanê Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakîze Nayir bi heman rêbazên hovane bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Li hemberî komploya bêbext a navdewletî, sekn û îradeya jin û gelên demokratîk li van herêman, têkoşîna azadiyê û şoreşa jinan a cîhanê bilindtir û berfirehtir kirin. Di qada cîhanî de bi dengvedana berxwedana şervanên YPJ’ê bersiva vê komloyê bi dehan caran hate dayîn. Hevala Sakîne Cansiz di Şoreşa Rojava de û ji aliyê giştî jinên cihanê ve wek mînak dihate destgirtin û di nava tevger û dîroka jinên cihanê de jî wek mîlîtan û têkoşera ji bo wekhevî û azadiyê, cihê xwe girtiye. Em di salvegara şehadeta hevala Sakîne Cansiz de di nava êriş û dagirkirina dewleta Tirkiyê de berdewamiya komploya navnetewî girantir û berfirehtir jiyan dikin. Destpêka şerê cihanê ya sêyemîn di 9’ê cotmehê de ji aliyê hêzên navdewletî ve êrişên dagirkirinê li ser şoreşa Rojava hatiye destpêkirin. Ev êriş û dagirkirin jî berdewamiya komploya navnetewî îfade dike. Lê belê, hemû hêzên demokratîk û gelên herêmê li hemberî polîtikayên îmha û dagirkerî, berxwedaniyek mezin dane meşandin û sîstema netewa demokratîk de îfadeya xwe didomînin.

Li hemberî hemû destkeftî, têkoşîn û berxwedanên şoreşa azadî û wekheviyê her tim jinên pêşeng tên hedefgirtin. Çawa ku ji bo ku şoreşa cîhanî ya jinan bê tesîr bikin û ji holê rakin hevala Sakîne Cansiz hate qetilkirin; heman tişt di êrîşa dagirkirina dewleta Tirkiyê de jî bi bûyera qetilkirina hevala Hevrîn Xelef, Dayê Aqîde û Amara Rênas de jî hate armanckirin. Ev neqebûlkirina rol û pêşengiya jinên azad îfade dike. Ji ber ku zîhniyeta zilamên serdest û desthilatdar, li hemberî hêz û birêxistinbûna jinan tirs û xofeke mezin dijîn, îdeolojiya rizgariya jinan bersiva hemû pirsgirêkên jiyanî û pêşîgirtina şer û pêvçûnan e. Ji bo vê jî divê em îdeolojî, rêxistin û hêza jinê berfirehtir û mezintir bikin û bibin şopdarê jinên pêşeng, şoreşger û têkoşer.

Em wek Kongreya Star şahadeta hevala Sakîne Cansiz û rêhevalên wê wek Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Hevrîn Xelef, Amara Rênas û Dayê Aqide bibîrtînin û komploya bêbext a 9’ê çileyê şermezar dikin. Em şoreşgera mezin û pêşenga tevgera azadiya jinan a Kurdistanê wek nasnameya azad a jinên cîhanê dibînin û bibin şopdarên armanc û rêya wê. Ji bo azadiyê, jiyana wê her tim şer bû! Em ê jî vê şerê wê ya azadiyê bidomînin û bikin cîhanî. Weke pêşenga îdeolojiya rizgariya jin, di dilê hemû jinên azadîxwaz de cihê xwe digre û jiyan dike. Li ser navê tevgera jinên Kongra Star em carekî din vê roja bêbext û xayîn şermezar dikin û dibêjin rêxistinkirin û avakirina jiyana demokratîk û azad wê bibe hilgirtina tola wan.”

Show More
Back to top button