Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Tirbespiyê hatin bi bîranîn

Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” meşek ji bo şermezarkirina qetilkirina hersê jinên têkoşer Sakine Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan lidar xist.

Bi sedan şêniyên navçeyê tevlî meşê bûn.Di meşê wêneyên têkoşer Sakîne, Leyla, Fîdan û têkoşerên azadiyê hatin hildan. Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir û bê navber siloganên şermezarkirina kompiloya 9’çileya 2013’an qîr kirin.

Meş li navenda bajêr rawestiya û li wir veghûrî mîtîng. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan destpê kir paşê Rêveberiya Kongreya Star ya kantona Qamişlo Henîfa Mihemed axivî û wiha got: Dixastin komploya navnetewî ye li ser Rêber Abdullah Ocalan careke din dûbare bikin armance wan ewbû kû dengê azadî û heqîqetê bi fetsînin.

Henîfe tekez kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke mezin list, di her qadan de bû fermandar û pêşeng, ji ber fikir û felsefeya Rêber Ocalan esas girtiye û li ser şopa şehîdan di meşe. Di dawiyê de Henîfa bang kir kû kûjarê vê komkojiyê wera cezakirin û bang li hemû gelê bakûr û rojhilatê sûriyê kir ku li hember dagirkeran biseknin.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina qetilkirina hersê jinên têkoşer “Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez” bi dawî bû.

Show More
Back to top button