‘Sembola Jinên azad Sekîne, Fîdan û Leyla’

Di 9’ê Çileya 2013’an de ji pêşengên tevgera Partiya Karkerên Kurdistan Sakîne Cansiz (Sara), milîtanên jin Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî), bi komployeke ku ji aliyê Dewleta Tirk ve hat pîlankirin li Parîsê hatin qetilkirin.

Girêdayî wesîleya salvegera 7`emîn a qetilkirina têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez Jina bi navê Xedîca Hesen ji Radiyoya me re axivî û got: “Ez di serî de tevahî jinên ku canê xwe di oxira azadiya jinan de feda kirin bibîr tînim, Dewleta Tirk bi kompiloyeke navnetewî her sê jinên berxwedêr li Parîsê qetilkirin. Dewleta Tirk îro jî heman hovîtiyê li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.”

Xedîcayê wiha gotinên xwe berdewam kir: “Qetilkirina her sê jinên şoreşger cihê şermezarkirinê ye, Sekîne û rê hevalê xwe bûn sembolê têkoşîn û azadiyê. armanca vê kompiloyê ew bû ku îrade û vîna jinan bişkînin. Divê jinên duniyayê Xewin û xeyalê van jinên aşiqê azadiyê pêk bînin.”

Xedîca Hesen gotinên xwe wiha bi dawî kir: “em wek jin soza şopandina riya Ş.Sekîne, Leyla û Fîdan didin heya dilobek xwîn di canê me de heye, divê kesên ku ev sûc pêk anîn di dadgehên navnetewî de werin cezakirin.”

Show More
Back to top button