‘Wê bi îradeya jina azad tecrîd were şikandin’

Parêzerên Rêber Abdulah Ocalan, piştî 8 salan di 2 û 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi Rêber Ocalan re kiribûn. Serlêdanên parêzeran piştî 7’ê Tebaxê bê bersiv tên hiştin, ji 7’ê Tebaxê ve tu agahî ji Rêber APO ne hatine girtin.

Girêdayi majarê jina bi navê Semîra Mihemed ku ji Kantona Qamişlo ye ji me re axivî û wiha dest bi axavtina xwe kir: bi saye fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan , jinan zihniyeta pênc hezar sal şikandin û şoreşa Rojava yê Kurdistanê bi navê jin hate pênase kirin û jinê cihê di hemû warê leşkerî, siyasî, hunerî û civakî de girt, ji ber ku bi saya fikira Rêber APO jinan daxwaza maf û azadiya xwe kirin wê bi îradeya jina azad tecrîd were şikandin û Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

Di dawiyê de Semîra teqez kir ku fikrê Rêber Abdulah Ocalan mifteya hemû pirsgirêkên li Rojhilata navîne û got: Raste Rêberê me di zindana Îmralî de ye lê ev sîstema hevgirtina gelan ku niha herêmên me tê meşandin bi saya keda Rêber APO ya çil salî ye û em ê berxwedanê bikin heya em Rêberê xwe di nav xwe de bibînin.

Medya Silêman

Show More
Back to top button