Kongreya Star salvegera damezrandina xwe pîroz kir

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê 4’emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir û da zanîn ew di salvegera Kongreya Star de her sê hevalên jin Ş. Hevrîn Xelef, Amara Rênas, Dayê Eqîde û hemû Şehîdên berxwedana Rûmetê ya şerê Serêkaniyê bi bîr tînin.

Daxuyanî wiha ye: 

“Di 15’ê meha çileya 2016’an de Kongreya Star xwe weke sîwana hereketa jin a Rojava îlan kir. Em destpêkê  salvegera Kongra Star li hemû jinên şoreşger, têkoşer, berxwedêr û azadîxwaz pîroz dikin û em dibêjin ev mirasa ku ji dîroka hereketa jin a cihanê hatiye girtin wê ji aliyê kongra star ve, li her qadên têkoşîn û jiyanê de bê berdewam kirin. Ji bo avakirina civakeke polîtîk û exlaqî; asta têkoşîna azadiya jinan û civakê bi jinên berxwedêr û azadîxwaz ve wê hîn bilintir bibe.

‘Ji sala 2005’an heta 2011’an li hember zordestîyê gelek xebat hatin meşandin’ 

Li Rojavayê Kurdistanê, Tevgera hereketa jinê destpêkê  bi navê yekîtiya star sala 2005’an hate damezirandin û xwe di nava xebatên civakê de rêxistin kirin. Di heman demê de, di nava  PYD’ê de jî ji bo pêşketina siyaseta jinê, wek xebatên xweser ên jin hatin rêxistinkirin. Ji sala 2005’an heya 2011’an ve li hemberî zordestî û zilma zihniyeta dewleta Sûriyê gelek xebat hatin meşandin, têkoşînên giranbûha  û berdêlên giran ji aliye jinên Yekitiya Star ve hatin dayîn. Di vê berxwedan û têkoşînê de gelek jin hatin binçavkirin, hatin îşkencekirin û hatin wendakirin. Wek mînak Nazlîye Keçel jî yek ji wan jinên berxwedêr a ku ji aliyê Dewletê ve hate vendakirin û hîn jî akibeta wê ne diyar e.

‘Yekîtiya Star di nava şoreşa Rojava de rola xwe ya pêşeng leyîst’   

Yekitiya Star, di şoreşa Rojava de jî wekî jinên şoreşger û şervanên jin rola xwe ya pêşengtiyê leyîstin. Bi hezaran jinan rêxistin kirin û gelek xebatên civakî û siyasî de jî cihê xwe girtin. Xebatên hereketa jinê ya Rojava bi avabûna Yekîtiya Star  ve dest pê kir û jibo azadî û wekheviya jinan xebatên  xwe bi navê Kongreya Star ve dan berdewamkirin.  Bi tecrûbe û destkeftiyên Yekitiya Star ve têkoşîna azadiya jinan bi avabûna Kongra Star hîn berfirehtir û zengîntir bû. Niha jî bi rêxistinbûyîneke xweser a civakî û siyasî ve di gelek qadên têkoşînê de sîstema xweser a jinan hatiye avakirin. Bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê ve jî hem di Rojhilata Navîn de hem jî di giştî cihanê de bû modelek.

‘Jinê di aliyê siyasî de gelek erkên giran dan ser milên xwe’

Hemû jinên Rojava di xebatên Yekitiya Star heya destpêkirina şoreşa Rojava,  rola xwe ya pêşengtiyê leyîstin û gelek qadên têkoşîna şoreşê de cihê xwe girtin. Hem xebatên parastinê û hem jî yên siyasî de gelek erkên giran dan ser milên xwe. Di avakirin û têkoşîna azadiya jinan de ji bo pêşketina xebatên xweser û pêşengtiya jinê, hevala Ş. Şîlan Kobanê bû sembolek. Di oxira azadiya şoreşa jinê û gelên heremê de jî jinên têkoşer ên wek Ş. Gulê Selmo, Fatma Hecî, Eyşe Elî û dayê Aqîde jî ji bo avakirina civaka azad û wekhev şehit ketin û mohra xwe li dîrokê xistin.

‘Bi avabûna sistema civaka demokratîk hevalên pêşeng û xwedî rol canê xwe dan’

Di avabûn û meşandina xebatên rêxistinkirina xweser de û di rêya têkoşîna azadiya jinan de gelek bedelên giranbûha û gelek şehid  hatin dayîn. Dîsa, di avabûn û rêxistinkirina sîstema civaka demokratîk de hevalên pêşeng û xwedî rol, canê xwe dan. Di berxwedana serdemê ya Efrînê de jî jinan girêdan, bîr û baweriya xwe bi awayeke şênber dan nişandan. Mînaka vê jî bi çalakiya canbexşane ya hevala Ş. Berîvan, Ş. Avesta Xabûr û Ş. Barîn Kobanê ve bû emsal. Dîsa di berxwedana Kobanê de hevala Ş. Rêvan, Ş. Arîn Mîrkan û gelek hevalên ku me navên wan diyar nekiriye, xwe xistin nava rûpelên dîroka têkoşîna azadiya jinê.  Bi saya şehîdên nemir, artêşa jinan û bi keda xebatkarên rêxistinkirina jinan ve di her qada jiyanê de maf û rola jinê derket holê û îradeya jinê hatin temsîlkirin. Di berxwedana Rûmetê de jî hevala Ş. Amara di parastina ax û rûmeta xwe de, hevala Hevrîn Xelef  di pêşengtiya siyaseta demokratîk de, Dayê Eqîde jî ji bo pêkanîna edaleta jin a civakî, Şehît ketin û bala giştî cihanê kişandin ser Berxwedana Rûmetê.

‘Kongreya Star di şoreşa Rojava de rola pêşengtiyê leyîstiye’

Kongreya Star, ev tecrûbe û mirasa ku ji Tevgera Azadiya Jin a Cihanê girtiye û taybet jî ji bingeha avabûna Yekitiya Star, rol û misyona ku girtiye ser milên xwe bi awayeke berfirehtir  xebat û têkoşîna xwe didomîne.  Di hemû komîn û meclîsan de jinan xwe di bin banê Kongra Star de rêxistin kirine û di şoreşa Rojava de rola pêşengtiyê leyîstine. Hêza jinên rêxistinkirî misogeriya jiyana azad, wekhev û civaka demokratîk îfade dike. Ev îfade xwe di Kongreya Star de kiriye gewde û li hember zordestî, dagirkerî û şîdeta zihniyeta zilamên serdest, têkoşînê dimeşîne. Her wiha, li hember tacîz, tecawiz, zewaca temenê bicûk, zewaca pirjinî, qetliyam û kuştinên jinan, têkoşîna hevpeymana civakî dimeşîne û pêk tîne. Bi hezaran jinan çalakiyên mafên jinan ên dîrokî û cihanî, di pêşengtiya Kongra Star ve tê lidarxistin û ji hemû herêm û cihanê re jî dibin pêşeng û mînak.

‘Di parastina şoreşa Rojava de artêşa jinê YPJ’ê cihê xwe girt û li hemû cîhanê deng veda’

Bi hemû van pêşketinan ve, di nava parastina şoreşa Rojava de artêşa jinê YPJ’ê cihê xwe girt û di hemû cihanê de deng veda. Bi van rol û misyonan ve şoreşa civakî ya Rojava bu şoreşa jinê û di pêşengtiya jinê de civaka demokratîk ekolojik û azadiya jinê tê avakirin. Di pêkanîna îdeolojiya rizgariya jinê de gelek gavên girîng hatine avêtin û têkoşîna zayendî de guhertinên şênber, ketin meriyetê.

‘Salvegera Kongreya Star hemû jinên azadîxwaz, têkoşer û şoreşger pîroz dikin’

Li sesr van esasan, em salvegera damezirandina Kongra Star careke din li hemû jinên şoreşger, têkoşer, jinên azadîxwaz, jinên berxwedêr û jinên parazvan pîroz dikin. Di rêya azadî, têkoşîn û wekheviyê de hevalên ku canê xwe dane û di rêya jiyana azad de şehit ketine, bi bîr tînin û xeyalên wan dikin armanca pêkanîna jiyana azad û demokratîk. Em di salvegera damezrandina Kongreya Star de her sê hevalên jin Ş. Hevrîn Xelef, Amara Rênas, daye Aqîde û hemû Şehîdên berxwedana Rûmetê ya şerê Serêkaniyê bi bîr tînin û em dibêjîn “emê ax û rûmeta xwe biparêzin faşîzm û dagirkeriyê têk bibin”.

Show More
Back to top button