‘Efrîna bi ewle kirin dojeh’

Di 20’ê Çileya 2018’an de Dewleta Tirk û komên girêdayî wê bi 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrînê kirin, li hember wê jî Berxwedan û Têkoşîna gelê Efrîn 58’an berdewam kir. Di 18’ê Adara 2018’an dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrîn bi cih bûn.

Di salvegera 2’yemîn ya ji dagirkirina Efrînê re jina bi navê Ciwana Muhemed ya ji herêma Efrînê wiha ji Radiyoya me re got: “Dewleta Tirk bi hemû hovîtiya xwe û çekên herî pêşketî êrîşî Efrîn kir, gelê Efrînê bi zarok, jin, kal û pîrên xwe 58 rojan li hember tang, top û belafirê Erdogan berxwedaniyek bê hempa dan meşandin.”

Ciwana wiha anî ziman: “faşista Tirk bi sedan gelê Efrîn qetil kirin, bi hezaran miletê Efrîn neçarî koçberiyê kirin, çeteyê Erdogan êrîşî Şûnwar, cihên Olî, Dibistan, nexweşxane, Darê Zeytûnan û Daristanan kirin. bi van êrîşan xwestin Demografiya Efrîn biguherin. li şûna gelê wê yê resen çete û hefkarên xwe bi cih kirin.”

Ciwana Muhemed gotinê xwe wiha bi dawî kir:” Efrîna ewle kirin dojeh, em dest ji Efrîna xwe bernadin,em wek gelê Efrînê her û her berxwedan û têkoşîna me wê berdewam bike heta em Efrîna ewle vegerînin û vegerin li ser xaka xwe.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button