‘Bi yekîtiyê emê li hember êrîşan bisekinin’

Li tevahiya Kurdistanê Destkeftiyên gelê Kurd rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên. Ji lew re pêwistiya gelê kurd bi Yekrêziya Refa kurdî heye. Roj bi roj xwestekên gel ji bo yekîtiya kurdî zêde dibin.

Girêdayî girîngî û pêwîstiya yekrêziya refa kurdî Endama mala Jin a Kantona Qamişlo Amîne Emîn ji Radiyoya me re axivî. Di destpêka gotinên xwe de Amîne Emîn diyar kir ku dewleta Tirk êrîşî destkeftiyên gelê kurd dike û wiha got: Destkeftiyên ku îro bi saya xwîna bi hezaran keç û xortên me hatine bi dest xistin restî êrîşên dewletên dagirker tên, bi taybet dewleta Tirk a dagirker. Şoreşa me di rewşek xeternak û hestiyar re derbas dibe.

Amîne wiha domand: Niha dema ku em rê li ber komkojiyan bigirin, bese ji kuştin, talankirin û wêrankirinê re, bi yekîtiyê emê li hember êrîşên faşistan bisekinin, ji zarokên heft salî heya kalên heftê salî daxwaza yekîtiya refa kurdî dikin. Partiyên ku ji vê yekîtiyê dur dikevin bila li Goristanên Şehîdan binêrin. berjewendiyên xwe yê takekesî bidin alî û li gel gelê kurd bibin yek.

Amîne Emîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: em wek gel daxwaze yekîtiyê dikin, bang li wan partiyên ku ji yekrêziya kurdî direvin dikin ku li xwe vegerin, partiyên ku hefkariya Erdogan dikin û berjewendiyên xwe li ser hesabê xwîna vî gelî dimeşînin êdî bese çavên xwe vekin, şiyar bibin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button