Rêveberiya Xweser: Berxwedana li dijî çêkerên DAIŞ’ê berdewam e

Îro, 26’ê Çileyê salvegera 5’emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê piştî şerê bi dirêjahiya 134 rojan e.

Bi vê boneyê, Rêveberya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêveberiya Xweser got berxwedana Kobanê çiroska destpêkê ya rizgarkirina tevaghî herêman ji terora DAIŞ’ê bû.

Daxuyanî wiha ye:

Îro, salvegera 5’emîn a serketina berxwedana Kobanê ye ku berxwedana efsanewî ya ku YPG û YPJ’ê bi piştevaniya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî Rêxistina DAIŞ’ê li bajarê Kobanê pêk anîn. Her wiha ji wir çirûska rizgarkirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ’ê dest pê kir û heta baregeha wê ya dawîn a li Baxozê derbas kir. Her wiha serçeteyê Ebû Bekir El-Bexdadî jî bi destê koalîsyon û bi piştgiriya QSD’ê hat kuştin.

5’sal li ser rizgarkirina Kobanê derbas re dibe û berxwedan li dijî çêkerên rêxistina DAIŞ’ê û alîgirên wê yên bingehîn ku rejîma Tirk a sûcdar e, berdewam e. Rejîma Tirk nikarî bi rêya DAIŞ’ê bajarê Kobanê dagir bikira, ji lew re îro bi bihanehya avakirina herêma ewle gefên dagirkirinê dixwe.

Piştî 5 salan ji berxwedana Kobanê, êdî QSD’ê herî bi hêz bûye û li hember tevahî gefên dewleta Tirk û milîsên wê ji çeteyên Artêşa El-Wetenî yên li dijî Bakurê Sûriyê disekine ku ew çete razî bûn ku bibin alavên erzan li gel Tirkiyê û ji bo pêkanîna projeya îxwanî li Sûriyê, Lîbyayê û piranî dewletên cîhanê bi kar tîne

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di salvegera 5’emîn a rizgarkirian Kobanê de, keç û xortên xwe yên di QSD’ê de yên li eniyan li dijî gefên dewleta Tirk û alavên wê ji rêxistinên terorî disekin, silav û hurmet dikin.

Li dawiyê, bang li tevahî cîhanê û di serî de DYA’yê û Rûsya Federal dikin ku sînorekê ji gefên dewleta Tirk re ku agirbestê bin pê dike û herêman zêdetir ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir dike, deynin û garantiya vegera tevahî koçberan bikin.”

Show More
Back to top button