‘Yekîtiya Gelê Kurd li hem ber êrîşan seknandine’

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya neteweyî ya Kurdî ji her demê bêtir bûye mijara gotinê. hinek partî û kesayetên Kurdî hincetan diafrînin ji yekîtiyê xwe didin alî.

bi vê mijarê ve girêdayî Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Hediya Elî axivî û got: Em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk ji despêka Şoreşê heta roja îro daxwaza yekîtiya refa kurdî dikin, her partî çi di nava Rêveberiya xwser de cih digirin çi ji derve bin li Rojavayê Kurdistanê bi hevre vê projeya Netewa Demokratîk biparêzin.

Hediyayê wiha anî ziman: armanca êrîşên dagirkeran gelê kurd e, ji dîrokê heya dema me ya niha dewleta Tirk nahêle ku kurd bibin xwedî stato. yekîtiya gelê kurd wê li hem ber xeteriyên heyi bibe bersîv.

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Hediya Elî wiha bi dawî kir: destkeftiyên kurdan di pêvajoyek hesas re derbas dibin, em bihêvîne ku ew partiyên Kurdî ku hincetan diafrînin û ji yekîtiyê xwe didin alî li xwe vegerin ta ku em doza kurdî biparêzin û êrîşên ku li ser vî gelî tên kirin bişkînin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button