Têkoşer Viyan Soran li Tirbespiyê hat bîr anîn

Îro bi pêşengtiya Kongira Star bi amadebûna dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê, endamên saziyên Rêveberiya xweser û endamên partiyên siyasî li hola Siyahî 14’emîn salvegera şehadeta Viyan Soran bi bîr anîn.

Bîranîn bi deqeyek rêz girtin li ser canê şehîdan dest pê kir, paşê kurte jiyan, tevlîbûn, tekoşîn û şehadeta şehîd Viyan Soran ji aliyê Asya Cuma ve hate vegotin. Piştî wê sînvizyonek li ser jiyana Şehîd Viyan hat pêşandan.

Bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button