Civîna salane ya Kongreya Star bi dawî bû

Kongreya Star vê sibehê civîna xwe ya salane li avahiya Sendîqeya Karkeran a bajarê Rilmêlan ê  navçeya Girkê Legê destpê kir. 80 nûnerên Kongreya Star ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Koordînatora Kongreya Star Asya Abdullah axivî, rewşa siyasî nirxand û bal kişand ser têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Piştî axaftina Asya Abdullah, rapora salane ya rêxistinên Kongreya Star ên her sê herêman (Cizîr, Kobanê û Efrîn) hatin xwendin û nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de pêşbiryar hatin giritn, ji wan:

1-Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mekanîzmeya xebatê dê were berfirehkirin.

2-Li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî werin berfirehkirin.

3 Civak li ser esasê rastiya gelê têkoşer û rêbazê jiyana durust dê were birêxistinkirin.

4-Dewriyên perwerdeyê ji bo jinan ji berê bêtir werin zêdekirina.

5- Dewreyên perwerdeyê ji bo zilaman dê berdewam bikin.

6-Xebatên komînan û malên jinê ji berê bêtir dê werin aktîvkirin.

7-Xebatên kanton, navçe, bajar û rêveberiyên jinan dê werin şopandin.

8-Mal werin ziyaretkirin û rewşa jinan werin şopandin.

Show More
Back to top button