‘Rêber APO, Rêber û hêviya hemû gelan e’

Dewlata Tirk ya dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda giran dide meşandin. Rixmî ku parêzer û malbat gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan li dadgehê kirine jî heta niha tu bersivên erênî nehatine dayîn.

Di der barê mijarê de Hevseroka Desteya jin ya Kantone Cizîrê Zeyneb Saroxan ji Radyo ya mera axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û got: Rêber APO, Rêber û hêviya hemû netewên bindest e, lê mixabin di roja îro de ji ber tirsa ji ramanên wî, tecrîdek girankirî li ser tê maşandin. Eger îro pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriye yê di nava aştî û demokrasiyê de dijîn, berhemê fikirê Rêber APO ye.

Derbarê armanca tecrîdê ku dewleta Tirk dide meşandin Zeyneb wiha got: Dewleta Tirk dixweza Rêber APO ji gelî wî û ji tevahî cîhanê qut bike. bi vê yekê hewl didin pêşî li ber Raman û felsefeya Rêber APO bigirin. Ji ber ku felsefeya Serok APO felsefeyekî demokrat û aştiyane ye û mifteya çareseriyên pirsgirêkên herêmê ye.

Zeyneb anî ziman ku operasyona  Tirkiyeyê ya ku di 9’ê Cotmehê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir ne tesadufî ye û wiha got: Rêber APO di 9’ê Cotmeha 1998’an de rastî komployek navdewletî hat wê demê Dewleta Tirk xwest ku tevgerê perçe bike, Lê negihişt armanca xwe. Lewma Dewleta Tirk careke din ev komplo dûbare kir û di 9’Cotmeha 2019’an de dest bi êrîşên xwe yên hovane kir.

Zeyneb bêdengiya navnetewî şermezar kir û wiha got: Em êdî tu bangan li Neteweyên Yekbuyî û rêxistinên navnetewî nakin. Ji ber ku ew ji gelên bindest re çav û gûhê xwe digrin. Em bang li hemû mirovahî û kesên aştîxwez dikin ku dengê xwe li dijî tecrîde li ser Îmraliyê bilind bikin, da ku ev sucê bê mirovahî bi dawî bibe.

Lîlav Hesen

Show More
Back to top button