‘Bi berxwedan û têkoşînê emê tecrîdê bişkînin’

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdekî girankirî li ser Rêber Abdullah Ocelan ferz kiriye û rê nedane parêzeran bi Ocalan re bicivin. Piştî 8’salan parêzeran û malbata Ocalan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û herî dawîn jî di 7’ê Tebaxa 2019`an de bi Rêber Ocalan re civiyan. Ji wê demê û heta niha dewleta Tirk hevdîtinên Malbat û Parêzeran bi Ocelan re qedexe kirine. Li ser vî esasî Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Eyhan Murad tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir.

Eyhan Murad wiha di despêka axeftina xwe de got: Rêber Apo di got ez ne tenê ji bo gelê Kurd têkoşînê dikim lê belê ji bo giştî gelê Rojhilata navîn çi kesê bindest û azadî xwaz. Bi dagirkirina gelek herêmên Rojava xwestin paradîkma Rêber Ocelan belav bikin, lê belê pêkhatiyên herêmê hewildana wan vala derxistin û xwe li ser fikir û felsefa Rêbertî birêxistin kirin.

Eyhanê wiha gotinên xwe berdewam kir: Em wek jin sozê ji Rêberê xwe re didin ku emê wê xewin û xeyala wî pêk bînin û ked û têkoşîna ku ji jinê re kir xwedî lêderkevin, Rêbertî ji bo azadiya jinê hewildanên mezin kir û dike, ji lewra pêwîste em wek jin xwedî li Rêber Apo derkevin û Rêberê xwe ji nava çar dîwaran azad bikin.

Eyhan Murad wiha bi dawî kir: bi vê tecrîda girankirî dewleta Tirk xwest gel û Rêbertî ji hev dûr bike piroja netewa demokratîk têk bibe lê daxwazên dewleta Tirk û hefkarê wî me vala derxistin. em şopdarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne, wek jin hertim emê li ser piyabin heta ku em Rêber Apo di nav xwe de bibînin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button