‘Rêber Apo ji bo gelê xwe Ronahî ye’

Di derbarê rasthatina roja 15’Sibatê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Jina bi navê Henîfe Hesen ya ji Kantona Qamişlo ji Radyo ya me ra axifî û wiha got: Em vê tecrîda girankirî ku dewleta faşist li ser Rêberê mirovahiyê ferz dike bi tundî şermezar dikin, mafê Rêber APO wek her amirovekî girtî heye ku Parêzer û malbat pê re hevdîtinan bikin.

Henîfayê wiha domand: Rêber APO ji bo gelê xwe Ronahî ye û tu Komplo nikarin vê ronahiyê tarî bikin, ji dema ku Rêber Ocalan bi komploya navdewletî ya 15’ê Sibat 1999’an de hat girtin û xistin girtîgeha Îmraliyê. Desthilatên Tirkiyê tecrîda girankirî li ser ferz kir. Tirsa dewleta Tirk a ji ramanên Rêber APO hiştiye ku tecrîdeke wiha girankirî li ser ferz bike. Dewleta Tirk xwest bi riya tecrîda girankirî  gel ji fikir û felsefeya Ocelan qut bike, lê li bember wê jî îro em li ser pirtûkên Rêber APO doza xwe û têkoşîna xwe didomînin.

Henîfe Hesen wiha dawî li gotinên xwe anî: Ez bang li her kesekî azadîxwaz dikim ku ji bo azadiya Rêber APO rabin ser piyabin, azadiya Rêber Apo azadiya her mirovekî bin dest e, banga me ji dewletên hiqûqnas re heye ku zextê li dewleta Tirk bikin ta ku vê tecrîda li ser Ocelan bişkîne.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button