Kongreya Star komplo şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê kir

Sibe 15’ê Sibatê salvegera 22’yemîn a Komploya Navneteweyî ye ku rêber Abdullah Ocalan sala 1999’an hedef girt ku tê de gelek istîxbaratên gelek dewletan û dewleta Tirk beşdar bûn.

Ji bo şermezarkirina komployê, Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“21 sal e Komploya Navneteweyî li dijî endazyarê projeya neteweya demokratîk û rêberê aştiyê rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Di 15’ê Sibata 1999’an de, bi komployeke hevpar û qirêjî istîxbarata dewleta Tirk û yên Amerîkayê û Îsralê rêberê mirovahiyê li balafirgeha Neyrobî ya paytexta Kenyayê girt. Piştre birin girtîgeha Îmraliyê ya li Tirkiyê. Bi sedema pêhesîna hêzên navdewletî ya kapîtalîst ku fikra tevgera azadiyê li ser wan xetereyeke mezin e ku rêbertî li dijî zîhniyeta dewletên neteweyî yên kapîtalîst ku xwe dispêrin berjewendiyan li ser hesabê çewisandin û înkarkirina nasnameyên gelan, komplo li dijî Rêbertî pêk anîn.

Ji wê zêdetir jî ji ber Rêbertî girîngiyê dide doza jinan û pêşketina wê ku ji hezar salan ve hatiya paşguhkirin û rihê berxwedanê û geşkirinê yê lêgerîna nasnameyê tê de çand, hat girtin.

Hêzên hegemonîk bi rêya dîlgirtina Rêbertî, rihê berxwedana gel bi taybet jinan hedef girt, her wiha da ku vîna wan bi rêya komployê bişkînin jî. Lê belê komplo bi bin ket. Ji ber ku Rêbertî radestî rewşên dîlgirtinê yên tund nebû. Lê berovajî girtîgeh vegerand dibistana belavkirina metoda demokrasî û aştiyê. Ew jî ne tenê ji kurdan re, lê belê ji tevahî gelên li cîhanê bi hedefa rizgarkirina ji destê hegamoniya heyî.  Her wiha gelên bi hesreta azadî girêdana xwe bi Rêbertî re bi rêya bilindkirina têkoşîn, berxwedan û şopandina metoda demokrasiyê, sepand. Ev jî bi şêweyekî aşkera di şoreşa Rojava de, bi taybet bi rêya avakirina rêberiyên xweser bi beşdariya tevahî pêkhateyên herêmê diyar bû. Ji ber di projeyê de rêya rizgarkirin û garantiya pêşeroja xwe dîtin.

Lê ji ber dewleta Tirk dît ku bi rêya dîlgirtina Rêbertî nikarî hedefên xwe pêk bîne, tecrîd girantir kir û ji mafên herî hêsan Rêbertî mehrûm kir, jê jî hevdîtina parêzer û malbatan da ku îdeolojiya wî ya ku mifteya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e bi taybet di vê qonaxa hesas de neyê belavkirin.

Em wek Kongreya Star bi tundî vê komploya ku vîna gelan di serî de jinan di şexsê Rêbertî hedef girtiye, şermezar dikin. Her wiha aliyên pêwendîdar ên girêdayî kar û barên girtiyên siyasî û di serî CPT bi sedema helwesta wan ên dijber şermezar dikin. Li aliyekî din jî bang li tevahî gelên baweriya xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî heye bi taybet jinan dikin ku asta têkoşîn û berxwedana li dijî hêzên komploger bilind bikin ku tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo bişikînin û li hember dewleta Tirk a ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, şêniyên resen koçber dikin û guhartina demografiya herêmê pêk tîne, bisekinin.

Bijî serok Apo.”

Show More
Back to top button