‘Armanca kompilo tunekirina doza kurd e’

15’ê Sibata 1999`an bi komployeke navneteweyî ku gelek dewletên herêmî û cîhanê beşdar bûn, Rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin. Armanca vê kompiloyê di şexsê Rêber Ocelan de tunekirina gelê Kurd e. 15‘ê Sibatê ji bo gelê Kurd wekî “Roja Reş” tê navkirin.

Berdevka Ciwanên PYD’ê a Kantona Qamişlo Ahîn Elî bi wesîleya salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ku di şexsê rêber Abdullah Ocalan de hate kirin, ji Radiyoya me re axivî û wiha got: di serî de ez vê kompiloya 15’ ê Sibatê bi tundî şermezar dikim, kompiloya navnetewî ya ku li ser Rêberê mirovahiyê Rêber APO hat meşandin derbasî sala xwe ya 22’an dibe, dema ku mirov vê kompiloyê binirxîne dîrok her dem vê kompiloyê nû dike.

Ahînê destnîşan kir ku kompilo heya roja îro berdewam dike û wiha got: “ji 9’ê Cotmeha 1998’an de hete roja me ya îro ev kompilo berdewam e, armanca vê kompiloyê jî tunekirina doza kurd bû, lê îrade û têkoşîna gel hişt ku armanca kompiloya 15’ ê Sibatê vala derbikeve, weke gelê kurd em vê rojê weke rojeke reş ji xwere dibînin.”

Ahîn Elî wiha pê de çû: hemû dewletên ku dixwazin rojên civaka Rojhilata navîn tarî bikin destek dan vê kompiloyê û daxwaz dikin her tim vê kompiloyê zindî bihêlin, dewletên kompiloger bi riya vê kompiloya li ser Rêber Ocelan xwestin ku vîn û îradeya gel tune bikin, Rêbertî li dijî sîstema dewletên desthilat dar têkoşîn dike.

Ahîn Elî wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ez ji her kesî re dibêjim ku azadiya Rêbertî azadiya me ye, Rêber Apo temsîla civaka aştî û azadîxwaz dike, bila dewletên kompiloger zanibin ku tu caran nikarin me û Rêberê me ji hev qut bikin, kompilo vala derket.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button