“Bimre hêzên komplger, bijî berxwedana Îmralî”

Bi pêşengtiya saziya malbatên şehîdan ji bo şermezarkirina şewata ku di 27 meha Şibatê de li girava Îmralî pêk hatibû bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên daketin qadan û meş li dar xistin.

Meş ji navenda Kongra Star dest pê kir meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan tevî pankartên bi nivîsên “Ji bo Ocelan Azadî” û “Bimre hêzên komplger bijî berxwedana Îmralî” hildan, meş li ber navenda ciwanên şoreş ger veguherî mêtîng, mêtîng bi deqeyek rêz girtin dest pê kir paşê li ser navê saziya malbatên şehîdan Heyv Hacî axivî.

Heyv di dest pêka axavtina xwe de şewata ku li girava Îmralî pêk hatibû şermezar kir û got: ev şewat ku pêk hat sedema wê derbasbûna dewleta Tirk di qirîzê de ye, lê bi saya berxwedana gelan li her çar parçeyên kurdistanê û Ewrupayê dewleta Tirk neçar me ku destekê bide da ku hevdîtin bi Rêber Abdulah Ocelan re pêk were.

Heyv teqez kir ku ewê gel li her deverê li piya bin heya ku Rêber Abdulah Ocelan azad bibe.

Meş bi sloganên ‘bê serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

 

Show More
Back to top button