Kongreya Star jin vexwend çalakiyên 8’ê Adarê

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û da zanîn ku ew weke Kongreya Star çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi dirûşma “Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” dom dikin û got: “Em hemû gelên herêmê û bi taybet jinan vedixwînin ku bi girseyî tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.”

Daxuyanî wiha ye:

Di despêkê de li ser navê Kongreya Star em 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, li hemû jinan û bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Bi rêzdarî em li hemû şehîdên ku canê xwe ji bo azadî û mafê jinê feda kirine mîna Bêrîvan, Sakîne, Zerîfa, Besê, Şîlan, Sevê, Gulê Selmo, Arîn, Hêlîn, Avesta, yadê Eqîda û Hevrîn pîroz dikin û ew bûne sembola berxwedanê ya li hember zihniyeta baviksalarî û desthilatdariyê.

‘8’ê Adarê roja dengê jinan a li hember zilim û zordestiyê ye’ 

8 ê Adarê, roja ku dengê jinan li hemû cîhanê, li hember zilim û zordestiyê ye. Di bin siya kapîtelîzmê de, bilind dibe. Li hember hemû  hewldanên ku êrîşî nasname  û mafên wê hatî kirin li berxwe daye.  Her wiha jin xwe radest  nekir, lê belê li hemberî hemû awayên zilim û zordariyê li ber xwe daye. Îro jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taybet  jina kurd ji bo azadiya xwe berxwedanê dike. Li  hemû qadan û di hemû astan de ew  serkêşiya civakê dike.

‘Em ê li ser xwe azad bijîn’

Erdogan, her tim îrade, çand û dîroka jinê  armanc girtiye,  bi taybetî dema ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirî, ji bo tunekirina  piroja demokratîk, ya ku xwe li ser bingehê azadiya jin û wekheviya gelan avakiriye, hedef kiriye ku tune bike. Her wiha xwestiye rihê berxwedana jinê ya ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo feyzê digire vemrîne. Li ser vê bingehê, em bang li hemû Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji hemû pêkhateyan dikin da ku asta berxwedanê mezin bikin û hemû hêz û enerjiya xwe li hember faşîst Erdogan derxin û dawî li dagirkeriyê bînin. Em ê li ser xwe azad bijîn.

‘Em jinan vedixwînin qadên pîrozbahiya 8’ê Adarê’

Em cardin soz didin ku em ê qad û çeperên berxwedanê bernedin, tecrîda li ser Rêber Apo tune bikin û azadiya wî misoger bikin. Bi dirûşma “Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” em hemû gelên herêmê û bi taybet jinan vedixwînin ku bi girseyî tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.

 

Show More
Back to top button