‘8’ê Adarê hevgirtina jinan, azadiya mirovahî û civakê ye’

Roja 8’ê Adarê vegotina roja li hember pergala ku heye xwedî mafê xwe yê cewherî derketin, parastin, serî rakirin û roja berxwedaniyê ye.

Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişlo Minewer Xalid, di derbarê 8’Adarê Roja jinên kedkar yê Cîhanê de nirxandin kir û wiha got: meha Adarê bi Çalakî, Berxwedan û mîtîngan tijiye. Em wek jin rojane di nava çalakiyan de ne. pêşengiyek di wê rojê de hat kirin jinan serî hilda û roj bi roj pêl bi pêl jinan têkoşîna xwe mezintirkirin û li hember desthilatdariyê li berxwedan.

Minewerê diyar kir ku tevgera jinan li çiyayên Kurdistanê xebatên bi salan dan meşandin û wiha berdewam kir: kedek pir mezin hat meşandin bi sedan jin ji bo ku 8’ê Adarê bibe malê her jineke ku li ser ruyê duniyayê jiyan dike canê xwe kirin feda, jin li hember her kesê ku dixwest îrada wê biperçiqîne sekinî, bi fikir û felsefa Rêber APO îro jinan gelek destkeftî bi destxistin.

Minewer Xalid wiha pê de çû: di Şoreşa Rojava de hêdî hêdî sînorên ku ji jinan re hatibûn danîn tên şikandin, jin li hember desthilatdariyê dibin yek helwest, 8’ê Adarê tê wateya hevgirtina jinan, bi zehnîyeta ku îro jin pê bang dikê û dibêje ez li hemberî koletiya ku bi salan li ser serê min hatiye meşandin êdî bese, 8’Adarê pêşwazî dike.

Minewer Xalid wiha gotinên xwe bi dawî kir: cardin ez 8’Adarê li Rêberê mirovahiyê ku îro jin bi fikirê wî xwe bi rêxistin dikin pîroz dikim, jinên ku ji bo me bûn mînak ez wan bi hurmet bi bîrtînim, berxwedana me wê her tim berdewam bike, ji ber ku azadiya jinê azadiya civakê ye.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button