‘Çareseriya aloziya Sûriyê bi yekrêziya yekitiya Kurd pêkane’

Li gel êrişên li dijî tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Kurdistanê Bangawaziyên yekrêziya yekitiya kurdî bilind dibin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Buroya Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk Cûliya Kurdo ji Radiyoya me re axivî û wiha got: “Em wek Partî ji xala destpêkê ve bangewaziya yekrêziya refa kurdî dikin, nêrîna me her tim zelal û eşkereye, çareseriya aloziya Sûriyê bi yekrêziya yekitiya Kurd pêkane.”

Cûliyayê diyar kir ku kilîta aloziyan di çêkirina yekrêziya refa kurdî de ye û wiha berdewam kir: “Divê her partiyek dev ji berjewendiyên xwe yê takekesî berde û li gor van destkeftiyê ku me bi saya hezarên Şehîdan bi destxistine yekrêziya xwe ava bikin. Em di merheleyek hesas re derbas dibin bi awayekî lezgîn hewcedariya me bi yekrêziya mala Kurd heye.”

Cûliya Kûrdo wiha pê de çû: “heya ku em Kurd belav kirîbin û dengê me nebe yek deng, dijmin dikare her êrîşan bîne ser me û me parçe bike, Dewletên desthilatdar armanca wan her tim di nava gelê kurd de belavbûnê bidin çêkirin ji ber metirsiya wan ji hêz  û yekitiya gelê Kurd e.”

Cûliya axeftina xwe wiha bi dawî kir: wek gelê Kurd ziman û nasnama me jî di duniyayê de heye, wek her mirovekî li ser rûyê vê gerdonê em jiyan bikin, ji ber vê jî ez bang li her Partî, kesayet li kur dibin bila bibin ku em yekrêziya xwe ava bikin.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button