Rêveberiya Xweser ji bo saziyên xwe betlane ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh kombûn qedexe kir da ku vîrusa Koronayê belav nebe.

Îro jî rêveberiyê biryara betlaneyê li tevahî saziyên xwe ji bilî saziyên ku karên wan divê berdewam be, ragihand.

Naveroka biryara jimareya 28 a ku îro rêveberiyê weşandiye wiha ye:

“Ji ber pêwîstiya sekna li hember vîrusa Koronayê ku bûye nexweşiyeke cîhanî û nehiştina berbelavbûna wê, her wiha da ku derî li pêş komîteyên tenduristî bê vekirin ku tevahî sazî, daîre û avahiyên giştî dezenfekte bikin, biryara betlaneyê hat dayîn.

Tevahî saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji îro 16.03.2020’an de heta pêncşemê 19.03.2020’an ji bilî daîreyên pêdiviyên wan bi xebatê heye, tên betalkirin.

Ev biryar ji kesên divê pêk bînin re, tê ragihandin.”

Show More
Back to top button