​​​​​​​Kongreya Star: Wê têkoşîna me heta rizgarkirina Efrînê berdewam bike

Koordînasyona Kongreya Star – Rojava di salvegera 2‘yemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê ku dikeve 18‘ê Adarê de em di kesayeta şehîd Avesta, Barîn, Karker, Rojhat, Hêlîn, Îlan, hemû şehîdên meha Adarê û şehîdên têkoşîna azadiyê de şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin. Di heman demê de berxwedana gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin, bi taybet şêniyên Efrînê yên di nava 58 rojan de di hundirê Efrînê de berxwedanek bêhempa raber kirin. Şêniyên Efrînê di kampên Şehbayê de berxwedana xwe didomînin, li hemberî hemû merc û siyasetên bi armanca dûrxistina wan a ji Efrînê û şikandina vîn û hêviyên wan a rizgarkirin û vegera li Efrînê disekinin.

Kantona Efrînê ji bo welatiyên Sûriyê yên ku ji ber şer reviyan û li mercên jiyana ewle ya di bin bangê rêveberiya xweser de geriyan spartgeha ewle bû. Li herêmê aştî, parastina, jiyana heveş, sîstema ekolojî bi pêşengtiya jiyana azad hebû. Lê di bin sîwana dewleta Tirk a faşîst û komên tundraw yên girêdayî wê  de tirs û xot heye. Bûyerên talankirin, dizî, revandin, kuştin, destdirêjî, zewicandina zarokan bi zorê zêde bûn. Ev hemû wekî cûryek ji siyastên tengavkirina şêniyên ku li Efrînê mane ye da ku wan neçar bikin ku gund û milkên xwe terik bikin.

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên li dijî mirovan sînordar nema, di heman demê de bi hezaran darên zeytûnan û darên berhemdar qut kirin da ku xwazaya herêmê biguherin. Her wiha bi dehan deverên dîrokî, olî ku dîrok û baweriya şêniyên herêmê temsîl dike wêran kirin. Di nava du salên dawî de di encama lihevkirinên bi dewleta Sûriyê re bi hezaran malbatên çeteyan li Efrînê hatin bicihkirin. Mebest ji vê yekê guhertina demografiya herêmê ye û valakirina wê ji niştecihên wê yên resen e. Artêşa Tirk a dagirker zimanê Tirkî û perwedeya bi zimanê Tirkî li şêniyan ferz dikin û saziyan li gorî siyasetên Tirkiyê û di bin rêveberiya Tirkiyê de ava dikin.

Tevî bêdengiya şerm a ji aliyê civaka navdewletî, rêxistinên hiqûqî û mirovî ve ya li hemberî binpêkirinên ku Efrînê rû didin, lê  girêdana gel bi ax û doza xwe ve û baweriya wê ya bi rizgarkirina Efrînê û vegerê di berxwedana gelên herêmê de eşkere dibe, bi taybet berxwedana şêniyên Efrînê yên li herêma Şehbayê û çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên berxwedanên efsanewî raber dikin.

Em Kongreya Star, hemû jinên ku pêşengtiya Berxwedana Serdemê kirin û li hemberî hemû mercan li ber xwe didin silav dikin. Her wiha em jinên ku bi dehan çalakiyan piştgiriyê didin Berxwedana Serdemê û jinên Efrînê silav dikin. Em soza bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê ta rizgarkirine Efrînê û vegera ewle ya şêniyan didin.”

Show More
Back to top button