‘Efrîn ya gelê Efrînê ye, ne ya dagirkeran e’

20’Çileya 2018’an de Dewleta Tirk û Çeteyên xwe êrîşî Kantona Efrînê kirin, bi hezaran niştecihên wê yên resen koçberkirin, bi sedan Zarok û Jin qetilkirin. Di 18’ê Adara 2018’an de bi temamî Efrîna bi ewle ji aliyê Dewleta Tirk ve hat dagirkirin û Heta roja îro binpêkirinên dewleta faşist û hevkarên wê di Efrînê de berdewamin.

Di derbarê salvegera duyemîn a dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê piştî destpêkirina êrişa 20’ê Çileya 2018’an Endama Saziya Malbatê Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê Hediya Elî wiha ji Radiyoya me re axivî: li gel bêdengiya Rûsiya û Amerîka dewleta Tirk û Çeteyên xwe bi hovîtî êrîşî Kantona Efrînê kirin. Gelê Efrîna berxwedêr 58 rojan li beramberî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li berxwedan.

Hediyayê bêdengiya heyî derbarê êrîşên de şermezarkir û wiha anî ziman: dagirkeran Dibistan, Nexweşxane û çihê Sivîlan raste rast kirin hedefa xwe û Topbaran kirin. Dewleta Tirk her sal hovîtiya xwe ya li hemberî herêmên kurdan dubare dike, binpêkirinên li Efrînê îro li Serêkaniyê û Girê Sipî jî berdewam dike. Herêmên ku bi saya Rêveberiya xweser bi ewle bûn dewleta Tirk veguherandin cihê Talankirin, Dizî, Revandin û Tecawizkirinê.

Hediya Elî axeftina xwe wiha bi dawî kir: “tu êrîş nikarin vîna me bişkînin û emê li ser piyabin û xwe bikin mertal heta em her bostek ji xake xwe ji dagirkeran rizgarbikin. Efrîn ya gelê Efrînî ye ne ya dagirkerane.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button