Rêveberiya Xweser bi peyamekê Newroz pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyameke nivîskî Newroz pîroz kir û da zanîî ku “Em soza xwe bi şopandina li ser rêya dad, azadî û têkoşîna li dijî stemkarî û zordariyê ya ku vedigere hezar salan, nû dikin.”

Peyama Newrozê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

“Bi boneya hatina cejna Newrozê ku gelê Kurd û hemû gelên Mezepotamyayê ahengan ji bo wê li dar dixin, em hemû gelê xwe bi vê cejnê pîroz dikin. Eger em wateya Newrozê di berxwedan, jiyan û azadiyê de dibînin, em di heman demê de soza xwe bi şopandina li ser rêya dad, azadî û têkoşîna li dijî stemkarî û zordariyê ya ku vedigere hezar salan, nû dikin.

Gelê me yê ku ev cejn di dijwartirîn rewş û qonaxan de û di bin zordestiya rejîmên herî stemkar de li dar dixist û di hemû cureyên tirs û kuştinê re derbas dibû, îro ji ber rewşa awarte ku mirovahî hemû tê re derbas dibe, biryarê dide ku hemû rewşên ahengan ji bo Newrozê vê salê li dar nexe ta ku civînên mezin ên ademîzadan çênebin û êşa Korona li deverên me belav nebe. Gelê me yê ku li gorî berpirsyariyên xwe yên wekî beşeke ji civaka navdewletî ye, saxlemiyê ji gerdûnê re dixwaze ta ku kareseta vê êşê derbas bike û bi kêmtirîn ziyan û qurbanî jê xelas be.

Cejna Newrozê di demekê de ku gelê me li herêmên Rêveberiy Xweser a Demokratîk di ezmûneke azad û demokratîk re derbas dibe, bi ser me de tê, ezmûna ku bi xwîna keç û xortên xwe temîz kiriye û li ser esasê biratiya gelan, jiyana hevbeş, dad û wekheviya di erk û mafan de hatiye avakirin. Vê ezmûnê li ser dirêjahiya salên borî tekez kir ku bi bingeh e û li ser biratiya di nav hemû pêkhateyan de ava bûye ku hemû bi hev re ava dikin, berevaniyê dikin, û alîkariyê di kêf û şînê de bi hev re dikin. Projeya me wateya Newrozê di biratî, azadî, berevaniya dijmin, zordarî û hovîtiya mîna ‘DAIŞ’ û hêzên dagirker û kuştin û koçkirinê û di serî de dewleta Tirk û komên wê yên çete, werdigerîne.

Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi vê boneya dîrokî tekeziyê li ser pêwistiya diyaloga di navbera gelê Sûriyê xwe bi xwe de dikin, ta ku em sînorekî ji rijandina xwîna gelê Sûriyê re deynin, em bigihêjin dawiyekê ji vê qiranê re, welatê Sûriyê û pêşeroja wê biparêzin û awayekî nîştimanî ji çareseriyê re bibînin. Her wiha em rejîma Sûriyê vexwendî diyaloga biencam li ser esasê berjewendiyên Sûrî û gelê wê û destberdana ji nerînên bêkêr û kevn di dûrxistin û înkarê de dikin, ew nerînên ku sedema gihîştina Sûriyê bo vê rewşê ji windabûn û wêrankirinê bû.

Dema ku em ji civaka navdewletî dixwazin ku bi erkên xwe bo rawestana êrîşa Tirkiyê û dagirkirina wê ji deverên me re û rawestana kuştin û koçkirina miletê me ji hemû pêkhateyan rabe, di heman demê de em ji miletê xwe hêvî dikin ku asta têkoşîn û berxwedanê hildin ji bo berevaniyê di ber jiyan, erd û rûmeta hemwelatiyan bikin û rê li pêş dagirkeriya Tirkiyê û teriyên wê ji bo pêkanîna armancên wê yên dagirkeriyê bigirin.

Li deverên Rêveberiya Xweser a Demokratîk wateyên Newrozê li ser me tekez dike ku em têkoşîna xwe xurttir bikin, li ser rêbaza berxwedanê bimînin û çareya berevaniya rewa bikin armanc, her wiha xak û deverên ku Tirkiyê û çeteyên xwe dagir kirine, rizgar bikin. Ji hemû miletê me bi hemû pêkhateyan tê xwestin ku xwedî li sazî û rêvebergehên rêveberiyê ku xwîna xwe di ber de dane, derkevin. Her wiha wek eniyek gelêrî bi bingeh di riwê faşîst, înkar, dûrxistin û hemû gefên hundirîn û derveyî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin.

Ji hemû kesî tê xwestin ku di riwê zîhniyeta faşîst û înkarê, nepejirandina projeyên xweradestkirin û xwarina mafan, berevaniya di ber maf û hebûnê de rawestin. Her wiha diyarkirina bêtirîn hezkirin û erêkirin ji bo projeya azadî û wekheviyê, projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk.

Cejna Newrozê li we pîroz be.”

Show More
Back to top button