Ji Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniya têkildarî 4’ê Nîsanê

Têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Roja hebûnê, roja vejîn û kêliya bi navkirina zayîna mirovê azad, 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Apo û salvegera 7’emîn a damezirandina artêşa me YPJ’ê li jinên azadîxwaz û li tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Her wiha em li gelên Bakûr-Rojhilatê Sûrî û gelên kevnare yên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em di şexsê hevrêyên xwe şehîd Jînda Til Temir, Silava Efrîn, Warşîn, Rêvan, Arîn, Avesta, her wiha di şexsê fermandara YPJ’ê Şervîn de, tevahî şehîdên Qereçoxê û di şexsê fermandar Zîn, Ronahî, Zeyneb û Amara de jî tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.

Zayîna rêber Apo, ji bo jina Kurd, gelê Kurd û tevahî gelên mezopotamiya ji nû ve pênaseya civakîbûyîn, jiyan, nasname, çand û exlaqê ye. Rastiya rêber Apo, danehev û heqîqeta pêkhatî ya hemû nirxên mirovahiyê ye. Li hemberî tevahî rê û resmên pergala serdest ya ku mêr temsîla wê dike, bîrdozî û felsefeya rêber Apo, ji bo hemdemiya gelan navê jiyaneke nûye. Ev jiyana nû bi aqilê jin, bi zanebûn, bawerî, cesaret, vîn, xwebûyîn û rêxistinkirina jinan ji nûve li ser xaka xwedawendan lê textê xwe daniye, jîndar dibe.

Serpêhatiya her gelekî, sedema şoreşê ye, çîroka her jinekê jî sedema rabûn û avakirina hêzeke parastinê ye. Di serdema em dijîn de avakirina artêşa jinên azad, dibe bingehê avakirina civakeke xweparêz û azad. Me weke yekîneyên parastina jinê YPJ di rojeke wisa dîrokî de biryar da ku em bibin hêza pêşeng ya avakerên civaka xweparêz. Me li hemberî dagirkerên ku welatê me, nasnameya me, jiyan û çanda me di qirkirinê re derbas dikir manîfestoya jin jiyan azadî pejirand. Ev roja dîrokî ji bo me wateyeke mezin îfade dike. Me di oxira vê wateya mezin û dîrokî de li hemberî hêzên komploger, çeteyên DAIŞ’ê û hemû komên çete, bi hezaran rêhevalên hêja şehîd da. Me xwe li ser mîrateya têkoşîna van şehîdên mirovahiyê ava kir, xwe bi rêxistin kir û bi kombûna hemû pêkhate, nasname, ol û baweriyan me xwe mezin kir. Vaye îro jî bi kelecan, moral, hest û ramanên jinên ji netewên cuda berê xwe dane nava refên YPJ, em 8. Salvegera avakirina xwe pêşwazî dikin.

Bêguman em di sala 8. ya artêşbûna xwe de pêvajoyeke nû dijîn. Pergala kapîtalîst a desthilatdar, bi alozî, qeyran û nexweşiyên xwe tehdîd û metirsiyeke mezin li ser mirovahiyê avakiriye. Hêzên kapîtalîst hem bi şerên xwe yên dagirkeriyê, hem jî bi qirîzên civakî, aborî û ekolojîk ên ku îro nema dikare pêşî lê bigre, berbi hilweşînê ve diç. Vaye îro jî bi navê şewba Korona bi rêbazeke nû êrîşê cîhanê dike. Ji ber wê her roja diçe bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Em jî di serî de sersaxiyê ji tevahî mirovahiyê re dixwazin û bang li tevahî jinan dikin ku bi têkoşîna xwe pêşengiyê ji civaka xwe re bike da ku xwe û tevahî civakê ji her cure nexweşiyên pergala kapîtalîst biparêzin.

Em jî wek Yekîneyên Parasina Jin di nava qeyran û aloziyên wiha giran de salvegera damezrandina xwe pêşwazî dikin. Bêguman me di her saleke têkoşînê de berdêlên girabuha dan û hîna jî em didin. Lê di demeke wiha ku tevahî cîhan ji bo jiyaneke bi ewle bijî têkoşîn dide, dewleta Tirk a dagirker bi hişmendiya xwe ya qirker, êrîşên xwe li ser hêzên me û gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Ev jî rastiya qirker, faşîst ya dagirkeriya Tirk û bê wîjdaniya wê radixe berçav. Lê li hember van êrîş û hewldanên dagirkeriyê rêya me jî zelale. Weke hêzên parastina jinê li ser esasê parastina gelan û tevahî jinan em ê xeta têkoşîn û berxwedanê ji her demê zêdetir bilind bikin.

Em bi vê zanebûnê 8’emîn salvegera artêşbûna xwe pêşwazî dikin. Di vê wateyê de erk û berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê me. Ji bo pêkanîna van berpirsyariyên dîrokî ked û berdêla ji me tê xwestin em jê re amade ne. Ji bo em tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo tê meşandin bişkînin, em sond û biryardariya bilindkirina têkoşîna xwe nû dikin.

Bi vê bîr û baweriyê em careke din roja vejînê, rojbûna rêber Apo, salvegera 7’emîn a avakirina YPJ’ê li hemû jinan, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Di şexsê şehîdên Berxwedana Rûmetê û şehîdên Berxwedana Serdemê de tevahî şehîdên şoreşa gelan û azadiyê bi bîr tînin û soza me daye şehîdên xwe, nû dikin.”

Show More
Back to top button