​​​​​​​YRA`yê Roja Rojnemevaniya Kurdî pîroz kir

Sibe salvegera 122`an a Roja Rojnamevaniya Kurdî ye. Bi vê boneyê YRA`yê daxuyaniyek da û ev roj pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

“22`ê Nîsana çapemeniya kurdî rojbûna xwe ya 122`an pîroz dike. Di vê rojê de Mîr Muqdad Midhet Bedirxan yekemîn hejmar ji rojnameya Kurdistan li paytexta Misirê Qahîrayê derxist. Ev yek yekemîn pêngav di dîroka çapemeniya Kurdî de bû û zîvirandineke girîng di dîroka gelê Kurd de bû.

Rojnameya Kurdistan bû deriyê ku pêşî li ber gelek rojname û kovaran veke ku li tevahî Kurdistanê û di gelek aliyan de derkevin holê. Her wiha yekemîn televizyona Kurdî bi navê MED TV sala 1994`an derket. Paşê dezgehên ragihandinê zêde bû û destek dan belavbûna çand, dîrok, şaristaniya kurdî û danesîna wê li tevahî cîhanê.

Bi vê boneyê em vê rojê li tevahî gel, rêhevalên rojnamevan, xebatkarên çapemeniyê bi taybet ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Em hêviya serkeftin û berdewamiyê di xebatên wan de dixwazin da ku bibin deng û rengê civakê û karibin peyamên xwe yên pîroz bighînin tevahî cîhanê.”

Show More
Back to top button