Malbatê Şehîdan: Soz didin ku em bibin parêzvanê xeta Şehîdan

 

Bi boneya 18‘ê Gulanê Roja Cejna Şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê li goristina Şehîd Dilşêr Ye Gundê Dugir bi tevlîbûna bi dehan malbatên şehîdan daxweyniyek da.

Mihemed Ezîz bi zimanê Kurdî û Nisrîn Hisên bi zimanê Erebî daxweyanî xwendin.

Di daxweyaniyê de wiha hate gotin: Şehîd ewin ku berhemên mirovî, riya gelan ber bi azadî û demokrasiyê ve, rizgarkirina ji zilm, zordariyê û dagirkeriyê pêk tînin. Şehîd ewin yê ku tişta herî giranbiha ango canê xwe yê şêrîn feda dike ji bona ku gelê wan û gelên bindest bi azadî, bi rûmet û serfirazî bijî. Miha gulanê bûya miha şehîdan ji ber yek ji pêşengê mezin rêheval Hakî Karer, ku berî her kesî canê xwe ji bû azadiya kûrdistan fede kir.Bi vê helwest û fedakarî ya pêhempa miha Gulanê veguherî miha fedakarî û dilsoziya şoreşgerî ya di dîroka gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn de.

Di kesayeta Rêhval Hekî Karar û hevalî wî da û hemû Şehîdê şoreşê yên ku bi canê xwe çirûska azadiyê riya me ronî kirin, her wiha hemû destkeftîyên ku di şoreşêda hatin bidestxistin berhema xwîn û kada şehîdabe.

Em weka Meclisa malbalê şehîdan soz didin ku em bibin parêzvanê xeta şehîdan û pêkanîna temamkirina xeyalên wan û her wiha soz didin ku emê asta têkoşînê bilind bikin ji bo azadiya Rêber APO.

Daxweyanî bi siloganê şehîd namirin bi dawî bû.

Show More
Back to top button