Kongreya Star Cejna Remezanê pîroz kir

Koordînasyonê bi boneya cejnê daxuyaniyek parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

Em Cejna Remezanê li civaka Îslamî pîroz dikin û hêvî dikin ku xêr û aştî li seranserê cîhanê pêk bê.

Meha Remezanê li gel civaka Îslamî meheke pîroz û meha xêrê ye. Lê îsal ji ber belavbûna şewba Koronayê şertên rojiyê ji salên berê cudatir bûn û hin rê û resmên olî ji bo parastina tenduristiya gel hatin rawestandin. Her wiha alîkarî ji bo malbatên xizan û yên ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ji malên xwe derketine û di kampan de bi cih bûne, hat dayîn.

Em spasiya her kesê ku beşdarî hemleya kêmkirina azarên gelê me yê koçber bûye, dikin.

Careke din em Cejna Remezanê pîroz dikin û hêvî dikin ku saleke tijîî aşîtî, xêr û hezkirin derbas be.

Show More
Back to top button