Rêxistinên jinan banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên dagir kirine, bi taybet li Efrînê li dijî sivîlan sûcên qirêjî pêk tînin. Jin rastî sûc û binpêkirinên herî qirêjî tên.

Di vê derbarê de 11 rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke hevbeş da. Daxuyanî li Parka Xwendinê ya Qamişloyê bi erebî, kurdî û suryankî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku kiryarên li dijî jinên ji Efrînê pêk tên, dûrî pîvanên mirovî û navneteweyî ne.

Daxuyaniya rêxistinên jinan wiha ye:

“Ji roja ku bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û tevî berxwedana şêniyên Efrînê li hember koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiyê ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye, kiryar û binpêkirinên ku digihîjin asta sûcên şer di nava bêdengiya navneteweyî de pêk tên.

Şêniyên Efrînê rojane di kiryarên dermirovî û tundiyê re derbas dibin. Jin rastî revandin, tecawizkirin, zewicandina bi darê zorê, zewicandina di temenê biçûk de tên. Her wiha îşkencekirina jinan di girtîgehên li Efrînê û gundewarên wê de da ku herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bikin, pêk tê.

‘KIRYARÊN LI DIJÎ JINAN PÊK TÊNBIARMANCA ŞIKANDINA ÎRADEYÊ YE’

Bûyerên piştî şerê di navbera fesîleyên çeteyan de derketine, sûc û kiryarên di girtîgehan de têne kirin, eşkere dikin. Her wiha hat diyarkirin ku bi dehan jinên hatine revandin ku piraniya wan ji niştecihên resen ên Efrînê ne û Kurd in, hatine tecawizkirin û îşkencekirin, ev jî pîvanên mirovî û zagonên navneteweyî binpê dike.

Tevî hemû kiryarên ku li dijî jinan ên bi hedefa şikandina îradayê, lê her tim jin bi israr in ku berxwedana xwe dewam bikin û tê bikoşin da ku civakeke azad û demokratîk ava bikin.”

‘DIVÊ EV SÛC WEK SÛCÊN ŞER WERIN BINAVKIRIN’

Her wiha di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqnas û tevgerên jinan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û rola xwe di bidawîkirina dagirkirina dewleta Tirk de bilîzin, komîteyeke girêdayî NY`yê ava bikin da ku sûcdar werin cezakirin û wan sûcan wek sûcên şer diyar bikin û her wiha destekdayîna pêwîst ji bo parastina jinan û berxwedana wan bidin.

Rêxistinên daxuyanî daye wiha ne: Kongreya Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Jinan a Suryanî,  Meclisa Jinan a PYD`ê, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Buroya Jinan a MSD`ê, Buroya Jinan a Desteya Nîştimanî ya Erebî, Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Rêxistina Sara û Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Show More
Back to top button