Jinên efrînî banga destwerdana lezgîn ji bo rawestandina binpêkirinên li Efrînê kir

Îro bi dehan jinên ji Efrînê yên bi darê zorê hatine koçberkirin li pêşiya Komseriya Bilind a Mafên Mirovan ya li bajarê Qamişloyê kom bûn.

Mîdiya Omer li ser navê jinên efrînî daxuyaniyek xwend û tê de wiha hat gotin:“Ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) birêz Antonio Guterres re,Li ser navê Komseriya Bilind a Mafên Mirovan birêz Michelle Bachelet, Serokê Komîteya Lêpirsînê ya Taybet a Sûriyê birêz Paulo Pinero.

Rêzegunehkarî û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi navê ”Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê”, li herêma Efrînê ya Sûriyê berdewam in. Dîmen û wêneyên ku ji aliyê çekdaran bi xwe ve hatine weşandin, derxist holê ku bi dehan jinên Kurd li baregeheke leşkerî hatine destgîrkirin û li dijî wan tundî tê meşandin.

Ev belgeyên dîtbarî yên hatine parvekirin, tevî bi dehan rapor û nûçeyên gunhekarî û binpêkirinên ku ev kom li gorî ferman û planên Tirkiyê pêk tînin, careke din tekez dikin ku şêwaz û rêbazên mafyewerî û kiryarên ku pêk tên piştî dagirkirina Tirkiyê ji herêmê re zêde bûne. Li gel van kiryarên derqanûnî ku hemû pîvanên mirovî û exlaqî binpê dikin, bêdengiya rêxistin û saziyên navnetewî jî cihê mixabinî û şermê ne.

Van komên çekdar ên li herêmê bi qasî serê derziyê jî ne rewa û qanûnî ne, ew tenê amûra Enqerayê ne, bi rêya wan ji sedî 80 ji nişticihên resen yên efrînî bi darê zorê dane koçberkirin û yên mane jî di zîdaneke mezin de dijîn.  Der heqê wan de rojane kiryarên kuştin, revandin, girtin, îşkencekirin, talankirin û ferzkirina bacan pêk tên.

Kiryarên van komên çekdar li dijî jinên Kurd hemû yasa û peymanên navneteweyî û pîvanên civakî binpê dikin û ji kiriyarên DAIŞ`ê ku koletî ferz dikirin û rûmeta jinan binpê dikirin, ne cuda ne.

Bûyerên ku li Efrînê diqewimin mafên xwazayî yên mirovan û qanûnên navdewletî binpê dikin.  Ew jî ev in:

– Madeya 5`an a Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê ku di 10`ê Kanûna 1948’an deli Parîsê derketiye, dibêje ku ”Nabe li tu kesî îşkence, tundî, kiryarên dermirovî û bêrûmetkirinê bên kirin”. Di madeya 9`an de jî wiha tê gotin: “Nabe bi darê zorê kesek bê girtin an rawestandin û derbider kirin”. Her wiha di madeya 12`an de jî ev tişt tê gotin: ”Nabe kes destdirêjiyê li jiyana taybet a mirovan, malbat , war û namyên wan bibe û divê rûmeta wan neyê binpêkirin. Mafê her kesekî heye ku qanûn wan ji destwerdan û hemleyên  bi vî rengî biparêze.”

– Qanûna Cezayî ya Navneteweyî di madeya xwe ya 7`an de dibêje: ”Girtina jinan û îşkencekirina wan, kolekirin û destdirêjiya li ser şerfa wan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û qanûna navneteweyî vê yekê ceza dike.”

– Madeya 27’an a Lihevkirina Cinêvê ya sala 1949’an a girêdayî parastina sivîlan di hemû rewşan de wiha dibêje: Divê li hemberî mafên şeref, malbat, baweriya olî û çandî rêz bê girtin û divê bi awyekî taybet bi wan re dûrî tundiyê dan û standin bê kirin. Her wiha gelek made jî ku danûstandina tund û destdirêjiya li ser rûmetê qedexe dikin hene:

– Danezana Lijneya Giştî ya NY`yê di sala 1974’an de weşandiye ya girêdayî parstina jin û zarokan.

– Rêgezên Danezana Bidawîkirina Tundiya li dijî Jinan a Cîhanê ya sala 1993`yan.

– Pêşniyarnameyên ji hevpeymanya SÎDAW ya girêdayî rewşa jinan.

Ji tiştên ku hatine bibîrxistin daxwaza me ji civak û saziyên navneteweyî yên têkildar ev e:

1- Divê di zûtirîn demê de liv û tevgerek bê kirin ku binpêkrinên di dirêjahiya du salan de li Efrînê pêk tên bi dawî bibin. Her wiha çarenûsa jinên Kurd yên di  zîndanên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de bê diyarkirin û bên azadkirin.

2- Avakirina komîteyek navneteweyî ji bo darizandina gunehkaran ji ber kiriyarên talan, revandin û êşkenceya li ser jinên Efrînî dimeşînin.

3- Saziyên ragihandinê yên pêbawer derbasî Efrînê bibin û rewşa kambax a niştecihên resen li wir bi awayekî pispor bişopînin û vekolînin.

4- Bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê û derxistina komên tundraw û gerantîkirina vegera bi rûmet ya şêniyên Efrînê yên koçber ji warê xwe re.

5- Xistina komên çekdar ên li Efrînê di lîsteya terorê de.”

Show More
Back to top button