Tevgera Kevana Zêrîn: Li dijî faşîzmê li çanda xwe xwedî derkevin

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bûyera qetilkirina ciwanekî Kurd li paytexta Tirkiyê Enqereyê bi destê komeke nîjadperestên Tirk ji ber ku guhê xwe daye muzîka kurdî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Tevgera Kevana Zêrîn diyar kir ku êrişa li dijî Bariş Çakan ne tene li dijî wî ye, li dijî tevahiya gelê Kurd e û wiha aşkera kir: “Tu carî, tehemula Tirkan li hemberî çand, ziman û hebûna Kurdan nebû û nîn e. Bûyerên ku wan rojên dawîn diqewimin carek din pir eşkere vê rastiya nîjadperestiya Tirkan nîşan didin. Li ser hev tiştên ku diqewimin, bi awayekî sîstematik êrişeke topyekûn a li ser gelê Kurd tê meşandin û qirkirina çandî ye.”

‘NÎJADPERESTIYA TIRKAN HÊZA XWE JI BÊDENGIYÊ DIGIRE’

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Bêdengî mirin e. Tirs, mirin e. Nîjadperestiya Tirkan hêza xwe ji vê bêdengiya tirsê digire. Bêrêxistinbûna kes û civakê ya di nava Tirkan de, îro gihîştiya asteke gelekî xeternak. Civak wekî ku rehekên wê hatine girtin, bê ruh mane. Bê ruh tev digerin. Heta mirov dikare wisa pênase bike ku civak bê mêjî  hatiye hiştin, mîna robotên ku bername lê hatine barkirin. Bi operasyonên têgihanê yên ku nîjadperestiya Tirkan rê dide, civakeke psîkopat, megaloman, faşîst derdikeve holê. Di civaka Rojhilata Navîn de ku bi hebûna xwe wate lê bar kiriye. Îro bi vê hişmendiyê bêwate hatiye hiştin. Ruh jê hatiye kişandin, cemidiye.”

Di dawiyê de wiha lê hate zêdekirin: “Em wek Tevgera Çand û Hunera jinên Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişên ku li ser gelê me, ciwanên me, çanda me, nirxên me tên kirin, bi tu awayî qebûl nakin. Ji şermezarkirinê wêdetir, em dibêjin ku hişmendiya nîjadperestiya Tirka em ê birûxînin. Bi xwedîderketina li çand, ziman, dîrok, nirx û hebûna kurdbûna xwe ve, jiyanîkirina wan nirxên xwe ve, em ê wek gelê Kurd, di nava gelên cîhanê de cihê xwe bi xwe bigirin, rewabûna xwe deynin holê. Ger îro ew qas êriş dijwar bûne li ser çand û nirxên Kurdan, ew tê wê wateyê ku em li ser rêka rast in.

Ji bo yekitiya Kurdan liv û tevgereke mezin heye. Di nava Kurdan de hişyarbûneke mezin heye. Deskeftiyên Kurdan îro ber bi rêveberiyeke xweser ve li Rojava rê vekiriye. Zimanê Kurdan, çand û hunera Kurdan di qada navneteweyî de rengê xwe dide. Çand jiyan e. Gotina zêdetir, em ê çanda xwe nas bikin, derbasî jiyana xwe ya rojane bikin. Çalakiya herî esasî û encamgirtî ev be.”

Show More
Back to top button