Kongra Star amadekariya kongra ya xwe ya 8’mîn dike

Kongreya Star a kantona Qamişlo bi beşdariya endamên meclisên kongereyê ji navça Tirbespiyê, nûnerênen Kongra Star yên saziyên sivîl û rêvebirya xweser, civînek li dar xist. Civîn li dibistana Xewla hat li dar xistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Rêveberiya Kongra Star ya Navçeya Tirbespiyê Leyla Iskan dest bi şîrovekirina beşên civînê kir. Piştî wê endama Koordînasyona Kongre Star Henîfa Mihemed rêziknameya kongreyê xwend, pişti xwandina rêzknameyê endamên ku beşdar bibûn nîqaş li ser rêziknameyê kirin.

Di nîqaşan de pêşniyarên zêdekirin û guhertina hinek bendan hat kirin û ev pêşniyar dê veguhêzin kongreya 8’mîn ku di dema pêş de wê were li dar xistin.

Show More
Back to top button