‘Çarenûsa bi sedan jinên li herêmên dagirkirî ne diyare’

Nerazîbûnên li hemberî kiriyarê çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî jinên Efrînê didomînin.

Bi vê mijarê ve girêdayî Rojnemevan Ciwana Cuma ji Radyoya me re nirxandin kir û got: kiryarên ku dewleta Tirk pêktîne xeta DAİŞ’ê dubare dike, li Herêmên ku ji aliyê Çeteyên Tirk ve hatine dagirkirin Efrîn, serêkaniyê û Girêsipî di van herêman de bi hezaran gelên sivîl hatin qetilkirin, revandin û koçberkirin, bi taybet di vê dema dawî de piştî buyerên ku li herêma Efrîn di navbera Çeteyên Al-Hemzat û Xûta de pêkhatin, diyar bû ku 11’jinên kurd di girtîgihên Çeteyan de bi awayekî hovane hatine İşkencekirin, hatin dîtin.

Ciwanayê wiha berdewamî da axaftina xwe: Çarenûsa bi sedan jinên li herêmên dagirkirî ne diyare. Dewleta Tirk û Çeteyên girêdayî wê bi van kiryarên hov dixwaze têkoşîn û berxwedana jinan binpêk bike ji ber vê bi dijwarî û bi şêwazên cur be cur êrîşî jinan dike.

Rojnemevan Ciwana Cuma gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Banga tevahî jinan ewe ku tevahî Cîhan çavê xwe li ser kiryarên dewleta Tirk vekin van sûcên dijmirovî ku bi tayîbet di derheqê jinên Efrînê de tên kirin bibînin, ta ku dadgeheke navdewletî ji van Çeteyan re were avakirin.”

Lîlav Hesen

Show More
Back to top button