Li Qamişlo êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin

Balafirên şer ên dewleta tirk duh şev di saetên derengiya şevê de êrîşî Qadên Parastina Medya, Mexmûr û Şengalê kirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk şêniyên bajarê Qamişloyê bi dirûşma “Em êrîşên dewleta tirk ên faşîst ên li ser Gelê Kurd li Şengal, Mexmûr û çiyayê Kurdistanê şermezar dikin” meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyê Rêber Abdullah Ocalan, alê Kongreya Star û pankartên bi nivîsa “Berxwedana Gelê Kurd wê faşîzma Tirkiyeyê têk bibe”, “Em xwediyê vê axê ne, Erdogan dagirker e û pêwist e were darizandin” û “Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe hatibûn hildan. Meş ji çerxerêya Şerqî dest pê kir heta çerxerêya Sonî berdewam kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)Ayşe Hiso êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Li dijî van êrîşan hikûmeta Bagdatê û hikûmeta Hewlêrê bêdeng e, em jî dibêjin bêdengî di xeta azadiyê de îxanet e. Hikûmeta Başûr dihêle ku Tirkiye êrîşî Mexmûr û Şengalê bike ew jî xuya dike ku îro hûn hemû hevkarên DAIŞ’ê ne. Dewleta tirk ji bo tola DAIŞ’ê hilde êrîş dike û beramberî vê bêdengiyek mezin heye. Xeta ku îro em dişopînin xeta demokrasî û wekheviyê ye, ji bo ku em laikê vê berxwedanê bin em ê her li ser piyan bin. Em Şengal in, Mexmûr in, Başûr in, Bakur in, ji ber dijmina me, îro me kirin çar parçe, lê şehîdên me Kurdistanê kirin yek parçe, ji bo wê kes nikare me qir bike. Sedsala 21’an wê bibe sedsala netewa kurd. ”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Xaliye Necar jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: “Îro li Başûrê Kurdistanê dewleta tirk bi zihniyeta qirkirinê tev digere, lê berpirsiyariya van êrîşan dewletên navneteweyî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Wek tevgera jin li Rojava bangawaziya me ji rêxistinên jinên cîhanê re heye ku hemû jin rabin ser piyan û li qadan bin. Kesên ku îro radibin û di nava çalakiyan de ne û êrîşên dewleta tirk a faşîst şermezar dikin em wan silav dikin. Em ê şopdarê şehîdên xwe bin û em dibêjin berxwedan jiyan e.”

Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Show More
Back to top button