Gaziyên şer ên kantona Qamişlo Komeleya Berdêlên Jiyanek Azad avakirin

Bi amedebûna 86’delegeyan Gaziyên Kantona Qamişlo duh Konferansa Damezirandina komeleya berdêlên jiyanek azad di bin diruşmeya ‘êvîndarên axê nayên jibîrkirin’ li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlanê, hat li darxistin.

Konferans bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, paşê Berdevkê Fermî yê Yekîniyên Parestina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd axivî. Nûrî di destpêka axavtina xwe de li dar xistina Konferansê li hemû gaziyên şer pîroz kir û wiha got: Di avakirina Şoreşa  Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî şehîdan di saya keda hevalên birîndar de em di nava aramiyê de dijîn.

Her wiha Nûrî got: şoreşa Rojava temsîla hemû felsefe, bawerî, zanist û civakbûyinê ye, ji ber vê yekê kesên ku di şoreşa Rojava de birîndar bûne û parçeyek ji canê xwe dane pêwîste xwedî li keda xwe û destkeftiyên şoreşa xwe derkeve.

Paşê rêziknameya hundirîn a “Komeleya Berdêlên jiyana azad a kantona Qamişlo” hat xwendin û nîqaş kirin, biryarên rêzîknameyê hatin erê kirin. Piştî erê kirina biryaran, konferens bi hilbijartina Desteya komeleyê ku ji 9 kesan pêk hat, bi dawî bû.

Show More
Back to top button