‘Bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê emê xiyanet û dagirkeriyê têk bibin’

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser eredîngariya Kurdistanê û bi taybet êrîşên li ser Heftanînênê îro bi pêşengtiya Kongra Star û PYD li Tirbespiyê meşek girseyî hat li dar xistin.

Meş ji ber navenda Kongra Star dest pê kir û haya ber navenda ciwanên şoreşger dewam kir, meşavnan bi hilgirtins alan û wêneyên şehîdan û berzandina sloganan li kolana sereke ya bajêr meşiyan.
Meş li ber navenda Ciwanên şoreşger veguherî mêtîng, mêtîng bi deqeyek rêz girtin dest pê kir paşê axavtin hatin kirin, li ser navê Meclisa navçeya Tirbespiyê Ebd ELkerîm Hiso û li ser navê MSD Ebas Hisên axivîn.

Kesên ku axivîn êrîşên dewleta Tirk li ser erdîngariya Kurdistanê şermezar kirin û teqez kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe hemû qanûnên navnetewî bin pê dike û hewl dide hegemonya Osmanî vegerîne.
Her wiha axavtivanan bang li dewletên navnetewî kirin ku destwedranek lazgîn bikin da ku êrîşên dagirkerya Tirk rawestînin.

Meş bi berzandina slogana ‘Berxwedan Jiyane’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button