‘Şoreşa Rojava bû modela netewa demokratîk’

Di 19’Tîrmeha 2012’an de li Rojava yê Kurdisatnê bi pêşengtiya gelê kurd li hember Pergala desthilatdar a rêjîma BAAS’ê ya Sûrî ji Kobanî heta Dêrik ê serî rakirin, şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê ji bo gelê herêmê lê belê ji bo hemû mirovahiyê bû hêviya azadiyê, ji gelek welatan lêgerînvanên azadiyê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Jina tekoşer a enternasyonal Bêrîvan Qereçox derbarê 19’ê Tîrmehê de ji Radyo ya me re axivî û got: şoreşa 19’ê Tîrmehê derbeyek mezin li zihniyeta baviksalarî xist, û  wiha dom kir: ez hatim Rojava yê Kurdistan ji ber ku Şoreşa Rojava bû modela netewa demokratîk û azadîxwaziya jin, ev şoreş li tevahiya cîhanê deng veda. Di dîrokê de gelek şoreş rabûne û demeke dirêj dewam kirine lê tu ji wan şoreşan mafê jin tune bûye, eger behsa mafê jin di wan şoreşan de hatibe kirin jî ew maf tenê bi rengekî devkî bû, lê şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin tê navkirin mafê jin misoger kir.

Bêrîvan di berdewama axavtina xwe de wiha got: em hemû dizanin ku zihnîyeta Bavik salarî li her derê heye ji ber vê yekê pirsgirêka me hemû jinan yek e, lê şoreşa 19’ê Tîrmehê derbeyek mezin li zihniyeta bavik salarî xist û ev bû sedem ku ez û gelek jinên enternasyonal em berê xwe bidin Rojava yê kurdistanê.

Bêrîvan di dawiya axavtina xwe de salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû jinan pîroz kir her wiha teqez kir ku divê jinên Enternasyonal û jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê tenê bi pîroz kirina salvegera 19’ê Tîrmehê sînordar nebînin, pêwîste bi hev re bibin alîkar da ku vê şoreşê ji Rojava derbasî hemû cîhanê bikin.

Medya Silêman

Show More
Back to top button