‘Şoreşa Rojava têkoşîna hevbeş ya gelan e’

19’ê Tîrmehê îspata hilweşandina netew dewletên li Rojhilate Navîn e û di heman demê de destpêkirina şoreşa demokratîk ya gelan e. Şoreşa Rojava ya ku bi 19’ê Tîrmehê li tevahiya cîhanê deng veda bi pêşengtiya jin dest pêkir.

Bi boneya salvegera 8’mîn ya şoreşa 19’ê Tîrmehê Endama Mala Jin ya Kantona Qamişlo Nizam Nûrî ji Radyo ya me re axivî û wiha got: bi serkêşiya jin şoreşa Rojava dest pê kir. Bi salan e gelê Rojava yê Kurdistanê di bin desthilatdariya rêjîma Baas’ê de dijiya, lê pîştî şoreşa 19′ Tîrmehê gelê Rojava yê Kurdistanê serî hildan û ji zordariya Baas ra  gotin êdî bese, her wiha 19′ ê Tîrmehê bû ew çirûska ku dengê şoreşa Rojava li tevahî cîhanê belav kir.

Nizamê wiha pêde çû: bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir, ev şoreş bû wesîleya derxistina jin ji navbera çar dîwaran, tevlîbûna jin di nav şoreşê de ne tenê di qada leşkerî de, di hemû qadên tekoşînê de jin cihê xwe girt, her wiha vê şoreşê gelek guhertin çêkir û wekhevi di navbera jin û mêr de misoger kir.

Nizam wiha dirêjî da axaftina xwe: Şoreşa 19’ê Tîrmehê perspektîfên azadiyê ji bo derbaskirina hemû pirsgirêkan avakir. sala ku niha em têde jiyan dikin salvegera 8’emîn ya 19’ê Tîrmehê ye heya hatina vê astê bedêlên mezin hatin dayin û bi sedan jin bi qehremanî şer kirin û gihştin asta şehadetê.

Nizamê di dawiya axavtina xwe de salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelê Rojava yê kurdistanê pîroz kir û got: 8’emîn salvegera şoreşa demokratîk ya gelê Rojava temam dibe û bi serkeftinên pir mezin dikeve salvegera 8’emîn, em wek jinên Rojava vê şoreşê li tevahî gelê azadîxwaz û demokrasîxwaz pîroz dikin.

Medya Silêman

Show More
Back to top button