Kongreya Star: Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê û vîna wê tacîdar bû

Bi boneya 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku ew bang li hemû jinan, gelan û cîhanê dikin ku li dijî êrîş û dagirkeriya tirkan û DAIŞ’ê bi rihê şoreşa Rojava têkoşînê mezin bikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Kêlî henin ku nayê sekinandin, zeman henin ku nayê qefilandin, serdem henin ku nayê veşartin, jin henin ku nayên kuştin, gel henin ku nayên fetisandin. Tu tarî, zilm û hêz ronahiya nûjeniyeke nû derdikeve nikare asteng bike. Dem ew deme ku gel û jin divê kêliyê de rêxistina xwe hebûna xwe û nasnameya ku bi hezaran salê di nava serweriya hêzên hegemonîk de hatibû winda kirin mayin de bikin û ji cîhanê re parve bikin. Ev şoreş şoreşa heqîqeta tevahî gelan a bi rengê xwe yê rast bû.

Şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê bi ser ket

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de du tiştên bingehîn hatin guhertin, yek jê serdestiya ku li jinan dihat kirin û di nav de jî mafê wê yê ku di civakê de hatibû windakirin. Ev yek bi pêşengtiya jin hat bidestxistin. Xala duyemîn jî ev e ku hebûna civakê ku ji cewherê xwe dûr mabû. Dîsa hat sererastkirin û bi şoreşê re rêxistinbûyîn, ava kirin û mafê hemû gelan hatin bidestxistin. Di şoreşa Rojava de jinên ku pêşengtiya şoreşê kirin destpêkê têkoşîna xwe ya azadiyê dan meşandin û ji şoreşên cîhanê yên ku ne bi rêxistinkirî bûn û di demek kin de bi bin ketin ji xwe re tecrûbe girtin ku divê şoreş li ser hîmên destpêkê yên azadiya jinan be. Ji bo wê em dikarin bêjin ku di dîrokê de yekem şoreş şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê bi ser ket û heya niha di domandina bidestxistina deskeftiyan de ye. Lewre di merheleyên destpêkê de zîhniyeta ku me dixwest em biguherînin zîhniyeta mêrê serdest bû. Bi şoreşê re jinan dîrokeke nû ji destanên qehremaniyê û avakirina civakeke bi exlaq xwedî fikir û rêxistin nivîsandin. Bi coşa salvegera 8’emîn salvegera şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê em tevahî jinên cîhanê silav dikin û şoreşa xwe li rêhevalê jin, Rêber Apo pîroz dikin.

Li dijî netew dewlet projeya netewa demokratîk hat rûniştandin

Gelê Kurd bi vê şoreşê re ji pergalên qirkirinê re hesap pirsî. Pergala Lozan a ku parçekirinek di Kurdistanê de çêkir şoreş vala derxistina wê bû. Ev hesap jî di civaka navneteweyî de hat pirsîn ku dewletên xwediyê sistemên desthilatdar nikarin serweriya xwe li ser civakên azadîxwaz ferz bikin.  Li dijî pergala netew dewlet projeya netewa demokratîk hat rûniştandin. Li dijî nîjadperestiyê yekbûna gelan li Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin. Bi şoreşê re îspata têkoşîn, berxwedan, ji axa xwe hezkirin, ji bo mafê xwe têkoşîn kirin li ser axa me hat dîtin. Nîşaneya serkeftina şoreşê bihevgirtina Gelê Kurd, ereb, ermen û suryan tacîdar bû.

Kiryarên hovane tu carî vîna me ya ji bo avakirinê naşkîne

Sistemên ku serkeftinên şoreşan qebûl nakin ketin nava liv û tevgeran û destkeftiyên şoreşê hedef girtin. Bi hemû hişmendiya xwe ya desthilatdar êrîşî nirxên şoreşê kirin, ji ber serkeftina şoreşa me weke xeterî ji xwe re dîtin. Eger em bîr bixin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmê bi hovitiyeke mezin hat kirin, lê disa jî gelê welatparêz, şervanên azadîxwez dikarîbûn xaka xwe ji hemû rengên zilmê rizgar bikin. Di van salên dawî de jî dewleta tirk bi kîneke mezin li dijî şoreşê derket. Jixwe berê pilan û armancê wan ji bo binxistina şoreşê hebû, lê di dawiyê de bi rengekî eşkere ev pilanên xwe pêk anîn. Bi êrîşên li ser herêmên me yên wekî Efrîn, Serêkanî, Girê Spî dewleta tirk dagirkerî pêk anî.

Herî dawiyê jî bi êrîşa ku li gundê Helincê ya Kobanê pêk hat xwestin têkoşîna jinê hedef bigirin. Her çiqas êrîş li ser şoreşa me jî tên kirin me dikarî bû heya roja îro 8 salên berxwedanê li pey xwe bihêlin, di nav de jî bi hêztir bibin û nirxê civak û şoreşa xwe biparêzin. Kiryarên hovane tucarî vîna me ya ji bo avakirinê naşkine.

Bi vê boneyê em 8’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi rihê berxwedana gelan, jinan mirovên ku ji bo axa xwe li berxwe dan pîroz dikin. Bi ked û felsefeya mîmarê azadiyê Rêber Apo şoreşa me bi ser ket, ji bo wê em şoreşa xwe taybet lê pîroz dikin. Em bang li jinan, gelan û cîhanê dikin ku li dijî êrîş û dagirkeriya tirkan û DAIŞ’ê bi rihê Şoreşa Rojava têkoşînê mezin bikin.”

 

Show More
Back to top button