Kongreya Star: Divê hemû hêzên Kurd li dijî dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk xwedî bertek bin

Daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Kongreya Star wiha ye:

“Wekî ku tê zanîn em di pêvajoyeke gelek hestiyar de derbas dibin. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di bin tehdîda qirqirinê de ye. Devletên mêtinger û faşîst ji bo ku gelê Kurd di sedsala 21’mîn de jî nebe xwedî statu û azadiya xwe mîsoger neke, çi ji dest tê, dike.

Êriş bi her awayî didomin;  sxa me dagir dikin, çanda me, zimanê me, dîrok û rûmeta me û hemû hebûna me qir dikin. Ew sed sal e bi wî şeklî em di bin zilm û zordariyeke gelek mezin de ne.

Miqabilî wan plan û pêla êrişê qirker, li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînek bêhempa hat raberkirin û hîna jî ew têkoşîn didome. Em bi hevî û bawerî ne ku berdelên wê têkoşîn û wê kedê wê azadî û serfirazî be.

Ji bo ku em bibin xwedî pêşerojek azad, bê guman bi qasî têkoşîna bi dijminên gelê Kurd re, ew qas jî yekbun û yekgirtina Kurdan lazim e. Me di wan salê derbasbûyî de jî tecrübe kir ku ger yekitî ne be, serkeftin ne gengaz e.

Kurd anîna beranber hev û din û bi hev û din dan şerkirin polîtîkayeke dewletên mêtinger û dagirker e. Dîroka gelê Kurd a sedsalan bi bêbextiyên bi wî rengî tijî ye. Em dibînin ku niha jî dijminên gelê Kurd di pey lîstikên bi wî rengî ne. Ji aliyêkî ve rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîd û îşkenceyeke bêexlaq u girankirî de dihêle û bi PKK’ê re şer dike û ji aliyê din ve jî bi PDK’ê re rûdine. Aliyekî dijmîn dibîne aliyên din jî ji xwe re dike hevkarê dagirkerîyê. Ji bo ku Kurdan car din bi destê hev, bi hevdu bide qirkirin. Bi dijminên ku Kurdistan dargirkirî û her roj xaka Kurdistanê bombebarandike re li ser yek sofrê runiştîn di wan rojên ku em heviya yekitiyê dikîn û alî ji bo ku yeketîya Kurd pêk were bi hevre di nav hevdîtinade ye şeremekî dîrokî ye. taybet ji bo kurdan di pêvjoyek  ewqas hesas u qeder tayinkirî de  çuyîna neçîrvan barzanî li enkerê u daxuyîyên di derbarê Şengalê de cihê şermezarîyê ye. dîrok u gele kurt ê vê hevkarîyê qebul neke u wek hevkarîyek qirêj u dîjberê berjevendîyên gele kurt  qeydê hafıza xwe bike.

Çima ne li beranberî yên ku her roj axa Kurdistanê bomberandikin, keç û xort, jin û zarokên wî welatî qetildikin, gundan waledikin, Şengala hîna birindâr bomberandikin ne xwedî bertek û helwestîn? Çima li beranber yên ku axa Kurdistanê ji dagirkera diparêzin, di riya azadiyê de giyana xwe feda dikin xwedî bertek û helwestin? Çima hêzên azadîxwaz yên Kurd û li berxwedidin wek sedema dagirkirinê tên nîşandan, u dagirkerî tê reva kirin? Tê gotin ku “ger PKK ne li Şengal û Heftenîn, Qendîl be, ew der nayên bombebarankirin.” Bila herekes bizanibe ku ev gotinên sosret, tenê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk meşru dike.

Em wek tevgera jinen Rojavayê Kurdistanê berî her tiştî bangewazî dikin ku hemu hêzên Kurd, li beranberî dagirkeriye dewleta faşîst a Tirk xwedî bertek bin. Hemû alî bêyî ku bikevin nav hesabên berjewendiyên şexsî, malbatî û hizbî mil bidin têkoşîna keç û xortên Kurd a li dijî dagirkeriyê. Rêya rast û ya me serfiraz bike, wê ev be.

Em bang li hemû gelê Kurd û bi taybet jî jin û ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku pêwîst e demildest beranberî dagirkeriya dewleta faşîst ya Tirk û yên ku ji dagirkeriyê re dibin palpişt xwedî bertek bin. Li hemberî yên ku bi gotin, helwest u sîyasetên  xwe rê li ber dagirkeriyê vedike, xwedî helwest bin.”

Show More
Back to top button