Yekîtiya Jinên Ciwan tundiya li ser jinan şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina tundiya li ser jinê, jinên ciwan a bajarê Qamişloyê li ber Çerxerêya Şerqî ya bajarê Qamişlo daxuyaniyekê da. Di daxuyaniyê de bi dehan jinên ciwan amadebûn. Her wiha di daxuyaniyê de alê Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsa “Kêr jinekî dikuje, bêdengî mirovahiyê dikuje”, “Êrîş û tundiya li ser jinê bide sekinandin” û “Serhildana jinên ciwan tolhildane” hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Maya Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: “Weke ku tê zanîn di roja îro de dijmin dixwaze di her aliyê de êrîşî nirxên me bike. Jina ku bi hezaran salan di bin tarîtiyê de bû, bi derketina Rêber Apo ji nû ve dîroka xwe vegeriya û hebûna xwe mayinde kir. Di roja îro de jî jin xwediyê îrade û nirxên xwe derdikeve.  Ev îrade, bawerî û zanebûna jinê di her aliyê de pergala faşîst vala derdixîn e û wan ber bi tunebûyinê ve dibe. Ev jî di dijmin de dibe weke tirsekî, ji bona wê jî ji bo jin azad nejî herî zêde êrîşî jinê dike. Dijmin dixwaze bi êrîşên mîna qetîlkirin, tecawiz, taciz, lêdan û bi sixurtiyê, bighêje armancê xwe. Pêwiste em jî weke jinên ciwan li hember van polîtikayên qirêj hişyar bin,  bi rêxistinkirî bin û bibin xwedî hêz.

Weke tê zanîn roja ku jin nê qetîlkirin nîne. Herî dawî li navçeya Dirbesiyê jineke ciwan ji aliyê birayê xwe ve hate qetîlkirin, her wiha li Batmanê Îpek Er ji aliyê Çawîşê Pispor ê bi navê Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû mabû. Em jî weke jinên ciwan van êrîşên li ser jinan bi tundî şermezar dikin. Pêwiste em weke jinên ciwan xwedî li nirxên jinan derkevin. Ew  êrîşên ku di şexsê jinan de tê kirin, di heman demê de ser tevahî jinan e. Ji bo ku em bikaribin li dijî vê zêhniyeta baviksalarî şer bikin, divê em xwe di hemû waran de bi zane bikin, xwedî li nasnameya xwe derkevin, ji xwe bawer bin û bibin îrade. Li ser vê esasê em weke jinên ciwan cardin dibêjin ji tecawizê re na, ji tundiyê re na, ji tacizê re na û ji bêîradebûnê re na.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Show More
Back to top button